Nasnameya şehîdekî Erka Xweparastinê hate eşkerekirin

Nasnameya endamekî Hêza Erka Xweparastinê, ku li gundê Elqemiye yê navçeya Şera ya Efrînê dema bi erka xwe radibû şehîd bû, hate eşkerekirin.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya Hêzên Erka Xweparastinê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî Hêzên Erka Xweparastinê ku li Efrînê şehîd bibû, eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Erka Xweparastinê nasnameya şehîd wiha ye:

EFRIN-SECELA-SIHED-H-P-X

Nav û paşnav: Şêxmûs Mustefa

Dayîk: Hûriye

Bav: Ebdulkerîm

Cih û dema jidayîkbûnê: Xirbet Silûk-Raco 1997

Dema tevlîbûna li nava Hêzên Erka Xweparastinê: 01.12.2016

Cih û dema şehadetê: Elqemiyê 10.10.2017