Nasnameya 8 şehîdên Berxwedana Serdemê hatin eşkerekirin

YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 8 şervanên YPG/YPJ’ê yên li dem û cihên cuda di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bûne eşkere kir.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 8 şervanên YPG/YPJ’ê yên di dîrok û cihên cuda di Berxwedana Efrînê de şehîd bibûn eşkere kir.

YPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir:

“Qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya di pêşengtiya hêzên me YPG û YPJ’ê de, li dijî hêzên dagirker bi çalakiyên bi bandor berdewam dike. Şerê ji alî dewleta Tirk a dagirker ve di 20’ê meha Çileyê de hatibû detspêkirin, hêzên me, bi piştgiriyeke bêhempa ya gelê me berxwedaneke dîrokî raber dikin. Li hember her cûre êrîşên dewleta dagirker û çeteyên wê, hêzên me, bi ruhekî fedayî û bi bîr û baweriyeke xurt têkoşiyan û di vê oxirê de canê xwe feda kirin.

Em nasnameya 7 rêhevalên xwe yên ku di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de, li eniyên şer yên cuda û di dîrokên cuda de şehîd ketine bi raya giştî re parve dikin. Herwiha rêhevalê me Demhat Girziyaret ê ku li Girkêlegê li ser erka xwe bû, di encama nexweşiyeke giran de şehîd ket.

Em di şexsê şehîdên leheng yê Efrînê de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînin. Em soza xwe ji bo şehîdên xwe û gelê xwe nû dikin ku em ê têkoşîna xwe ya ku em bi berdêlên mezin dimeşînin, bi serkeftinê tacîdar bikin.”

AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN

Nasnameyên şervanên YPG/YPJ’ê yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Demhat Girziyaret

Nav û Paşnav: Mihemed Şerîf

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Çilaxa

Cih û Dîroka Şehadetê: Girkêlegê / 28’ê Nîsana 2018

 ***

Nasnav: Eylem Botan

Nav û Paşnav: Zeynep Malgaz

Navê Dayikê: Hediye

Navê Bav: Halim

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê / Gundê Tilsilorê/ 21’ê Sibata 2018

 ***

Nasnav: Harun Koçer

Nav û Paşnav: Harun Açik

Navê Dayikê: Melîha

Navê Bav: Maşuk

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / 4’ê Adara 2018

 ***

Nasnav: Mariya Sîpan

Nav û Paşnav: Esmer Hecîlo

Navê Dayikê: Hezara

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Makû

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê / 8’ê Adara 2018

 ***

Nasnav: Ronahî Kemal Amed

Nav û Paşnav: Guven Cenur Okmen

Navê Dayikê: Xeyriye

Navê Bav: Memed

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê / 13’ê Adara 2018

 ***

Nasnav: Serhed Silopî

Nav û Paşnav: Egîd Şen

Navê Dayikê: Sînem

Navê Bav: Beşîr

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê / Gundê Dêwa / 12’ê Sibata 2018

 ***

Nasnav: Zîlan Berjîn Sîverek

Nav û Paşnav: Eylem Taniş

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Hisên

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Gundê Bilîlka / 1’ê Adara 2018

 ***

Nasnav: Zîlan Cîlo

Nav û Paşnav: Zîlan Ayfer Hacioglu

Navê Dayikê: Zelîha

Navê Bav: Karhan

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Gundê Kura / 4’ê Adara 2018