Namzetên jin ên HDP'ê wê 22'ê Gulanê bên eşkerekirin

Meclîsa Jinê ya HDP'ê wê navê namzetên xwe yên jin û deklarasyona xwe wê roja 22'ê Gulanê eşkere bike.

Meclîsa Jinê ya HDP'ê, wê roja 22'ê Gulanê hem namzetên jin ên parlamenteriyê hem jî deklarasyona xwe ya li ser stratejiya hilbijartinê eşkere bike.

Di deklarasyona Meclîsa Jinê ya HDP'ê de wê sozên ji bo jinan, nêrînên li ser karê jinan, rexneyên li desthilatdariya heyî û nêrîna jinan a di vê der barê de bên vegotin.

Meclîsa Jinê ya HDP'ê bi taybetî li herêmên ku namzetên jin lê hene, buroyên hilbijartinê vekir. Dirûşma hilbijartinê ya meclîsê jî ev e: Bi jinan dikare bê guhertin.

Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku 24'ê Hezîranê roja hesabpirsînê ye û got, "Em ê hesab ji êrîşên AKP'ê yên li dijî destketiyên jinan bipirsin."

Taşdemîr anî ziman ku karê wan ê ji bo hilbijartinê bi rengekî bê navber dewam dikin.