MSD’ê derbarê teqîna li Efrînê daxuyanî da

Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk (MSD) derbarê teqîna li Efrînê ya ku gelek kes mirine, îro daxuyaniyek da. MSD’ê ev êrîş şermezar kir.

Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk (MSD) derbarê teqîna li Efrînê ya ku gelek kes mirine, îro daxuyaniyek da. MSD’ê ev êrîş şermezar kir

Di daxuyaniya MSD’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Duh li sûka gel a bajarê Efrînê yê dagirkirî teqîneke mezin çêbû û di encamê de, li gorî rapor û agahiyên destpêkê, bi dehan sivîlên bêguneh ku ji wan ji şêniyên Efrînê yên resen in birîndar û şehîd bûn. Di demeke de ku bajarê Efrînê rastî hemû rêbazên terorê ji kuştin û revandinê bû. Di van êrîşan de dest danîn ser mal û milkên sivîlan, gelê sivîl ji ser axa xwe koçber bû û demografiya herêmê hate guhertin.

Her wiha di demekê de ku artêşa Tirk û komên girêdayî wê, hevpeymana ku Tirkiyê bi Amerîka û Rûsyayê re der barê agirbesta li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk aniye, binpê dike. Ev tişr di bûyera hedefgirtina navenda Asayîşa Kobanê ji aliyê artêşa Tirk ve jî hate dîtin.

Em Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, di demeke ku em vê kiryara terorîst a tirsnak ku sivîlên bêguneh kirin armanc şermezar dikin û piştrast dikin ku dagirkeriya Tirk bi rêya pişta xwe dayîna li ser komên ku fikrên terorîstî radikin, rê da ku hêzên terorîst xwe bi rêxistin bikin û kiryarên xwe yên tirsonek di bin sîwana parastina Tirkiyê de pêk bînin. Di heman demê de, em bang li civaka navneteweyî dikin ku bi berpirsyariya xwe li hemberî doza Sûriyeyê rabe û ji bo dawîkirina dagirkeriya Tirk li ser bajarê Efrînê û hemû herêmên ku dagir kirine, bixebite. Her wiha atmosfera çareseriya siyasî li gorî biryarên navneteweyî û di serî de li gorî biryara 2254’an peyda bike û sînorekî diyar bike.”