Meşa Dirêj îsal wê li Fransayê were kirin

Meşa Dirêj ku her sal tê kirin îsal bi pêşngiya ciwanên Kurd bi çarçoweya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ di navbeyna 06-11’ê Sibatê de li Fransayê wê were kirin.

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) her sal li Ewropayê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Meşa Dirêj tê kirin. Meş îsal di navbeyna 06-11’ê Sibatê de li Fransayê wê were kirin. Meş ji bajarê Fransayê Sîerentzê heta bi Strasboûrgê bi dirûşma ‘’Bi vîna ciwanên potî em ê Rêber Apo azad bikin’’ wê pêk were.

Meşa Dirêj bi pêşengiya ciwanan ev ji 20 salan zêdetir e didome. Meşa Dirêj îsal bi çarçoweya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’’ wê were kirin.

Komîteya Amedekar bang li ciwanê Kurd, enternasyonalîst kir ku tevlî Meşa Dirêj a bi dirûşma, ‘’Bi vîna ciwanên Apoyî em ê Rêber Apo azad bikin’’ bibin.

Komîteya Amedekar got, ‘’Divê hemû ciwanên Ewropayê zanibin dem ew dem e ku ji TC ya qirker û faşîst hesab were pirsîn. Dem ew dem e ku em têkçûneke dîrokî bi mêtingeriya Tirk bidin jiyîn ku dema xwe ya herî qels a dîrokî dijî. Dem ew dem e ku bi rihê Rêber Abdullah Ocalan ku jiyana birûmet û bişeref hînî ciwanên Kurdistanê kirî, li ber xwe bidin û çalak bibin. Dem ew dem e ku ciwanên fedayî yên Kurdistanê ji ser xaka Kurdistanê potînên dagirkeran paqij bike. Dagirkerî û faşîzm li kûderê be ciwanên Kurdistanê jî wê li wir bin û heta serfiraziyê li ber xwe bidin.

Çalakiya ku em ê bi rihê pêngavên Şoreşger ên Cenga Xaburê û Bazên Zagrosê bikin, em careke dî diyar dikin wê jib o dewletên Ewropayê jî bibe peyam ku hevkariya leşkerî, siyasî, aborî bi dewleta Tirk a faşîst re dikin. Em ciwanên Kurd û enternasyonalîst em ê bibin yek; em ê li dijî kapîtalîzmê, faşîzmê û mêtingeriyê berxwedaniya mezin bikin û serkeftina mezin bi dest ve bînin. Agahiyên derheqê bernameya çalakiyê di pêvajoyên bê de wê were parvekirin.’’