Meşa ciwanan bi dawî bû

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ji bo piştgiriya pêngava KCK’ê ya ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne, dem dema azadiyê ye’ meşeke ji bo 3 rojan dabûn destpêkirin. Meş li Dêrikê bi dawî bû.

Meşa dirêj a Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan beriya du rojan bi beşdarbûna 300 ciwanî ji pêşiya Stada Heysem Kico ya bajarê Qamişloyê dest pê kir.

Meş di çarçoveya pêngava KCK'ê ya "Bes e tecrîd, faşîst, dagirkerî, dem dema azadiyê" de hat lidarxistin.

Meşa 100 kîlometreyan li ser pêyan sê rojan dewam kir û îro li bajarê Dêrikê bi dawî bû.

Meşvan li têketina bajarê Dêrikê, ji aliyê şêniyan ve bi tîlîliyên dayikan û diruşmeyên silavkirina berxwedana Îmraliyê hatin pêşwazîkirin.

Meş di nava kolanên sereke yên bajar dewam kir û li pêşiya navenda Ciwanan a Şehîd Bawer çalakiyeke hate lidarxistin.

Çalakî bi deqeya rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama rêveber a Yekîtiya Jinên Ciwan Canfeda Pîr axivî, meşa 3 rojan a ciwanên şoreşger silav kir û piştgiriya xwe ji pêngava KCK û berxwedana Heftenînê re nîşan da. Her wiha got ku meşa wan ji bo şermezarkirina tecrîd û komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e.

Canfeda bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan soza domandina têkoşînê heta şikandina tecrîdê û bidawîkirina dagirkeriyê da.

Di dawiya çalakiyê de xelekên govendê li ber stranên şoreşgerî hatin gerandin.