Merkel dagirkirina Efrînê şermezar kir: Ne ya qebûlkirinê ye

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel piştî ku nerazîbûneke zêde jê re hat, dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê şermezar kir.

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel, di daxuyaniya destpêkê ya serdema nû ya qanûndanînê de dagirkirina Efrînê nirxand.

Dewleta Tirk roja 20'ê Çileyê ji bo dagirkirina Efrînê dest bi êrîşê kiribû û 18'ê Adarê piştî ku şervanên YPG'ê ji bo parastina sivîlan xwe vekişandin, ketibû nava bajêr. Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de bi sedan sivîl hatin kuştin û binesaziya bajêr zerar dît.

Li gorî DW, Merkel got, "Li gel berjewendiyên li ser ewlekariya rewa ya Tirkiyeyê, bûyerên li Efrînê qewimîn, koçberbûna bi hezaran sivîlan û kuştina wan ne ya qebûlkirinê ye" û wiha dewam kir: "Em vê yekê bi rengekî herî tund şermezar dikin."

Hikumeta Merkel demeke dirêj dihate rexnekirin ku li pêşberî sûcên şer ên dewleta Tirk bêdeng e û hevkariyê ji vî sûcî re dike. Tankên ku dewleta Elman dan Tirkiyeyê li Efrînê li dijî sivîlan hatin bikaranîn.

ALÎKARA BERDEVKÊ HIKUMETÊ: AGIRBEST JI BO TIRKIYEYÊ JÎ DERBAS DIBE

Alîkara Berdevka Hikumeta Elmanyayê Ulrike Demmer demeke kin beriya Merkel daxuyaniyek da.

Demmer îdîa kir ku hikumeta federal 'bi fikar' li nûçeyên li ser 'ketina destê artêşa Tirk a beşeke mezin a Efrînê' dişopîne.

Demmer diyar kir, agirbesta ku ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve hate qebûlkirin ji bo tevahiya welêt derbas dibe.

BERDEVKÊ WEZARETÊ: ÎDÎAYÊN LI SER KOMKUJIYA LI EFRÎNÊ DIVÊ WERE LÊKOLÎN

Berdevkê Wezareta Karên Derve Rainer Breul jî anî ziman ku der barê mafê "parastina rewa" yê Tirkiyeyê de fikarên cidî yên hikumeta federal hene û destnîşan kir ku divê îdîayên li ser talan, hilweşandin û komkujiya li Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye kirin lêkolîn were kirin.