Mehkûmên siyasî yên li Elmanyayê jî dikevin greva birçîbûnê

Mehkûmên siyasî yên li Elmanyayê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevaniya çalakiyên greva birçîbûnê dest bi greva birçîbûnê ya sê rojan dikin.

Sendîkaya mehkûmên siyasî yên li Elmanyayê “Gefangenen-Gewerkschaft/Bundesweite Organisation” ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven pêk tên, bang kir. Koma piştgiriya bi mehkûman re ya li Berlînê, bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehên Tirkiye û Bakurê kurdistanê û ragihand, sendîkayê ji bo piştgiriya bi girtiyên siyasî yên Kurd, dest bi çalakiyê kiriye.

Di daxuyaniyê de işaret bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin hate bibîrxistin, Parlamentera HDP'ê Leyla Guven û zêdeyî 200 girtî ji bo rakirina tecrîdê di greva birçîbûnê de ne.

Di daxuyaniya sendîkaya mehkûmên siyasî yên Elman de hate gotin, "Ji bo em dawî li bêdengiya li Elmanyayê ya li pêşberî vê çalakiyê bînin, em jî dest bi çalakiyên piştevaniyê dikin."

SENDÎKA WÊ JI BO PIŞTGIRIYÊ HIN ÇALAKIYAN LI DAR BIXE

Sendîkayê ragihand, bi vê armancê wê li ser rewşa girtîgehên li Tirkiyeyê agahiyê bidin raya giştî, nameyên protestoyî ji sefaretxane û saziyên dewletê re bişînin û nameyên piştgiriyê ji girtiyên Kurd re bişîne. Sendîkayê her wiha diyar kir, mehkûmên siyasî yên li girtîgehên cuda yên li Elmanyayê wê ji bo sê rojan bikevin greva birçîbûnê.

Sendîkayê diyar kir, greva birçîbûnê wê 1'ê Sibatê dest pê bike û 3'ê Sibatê biqede. Daxuyaniya sendîkaya mehkûmên siyasî yên Elman bi vê gotinê bi dawî bû; "Azadî ji Ocalan r,e azadî ji girtiyên siyasî yên Kurd re, azdî ji her kesî re"