Meclîsa Xweser a Şengalê ji bo sibe hişyarî da û bang kir

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê îro bi rengekî awarte civiya û metirsiya li ser Şengalê nirxand. Meclîsê careke din ragihand ku ew dixwazin pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin, lê eger rewş bigihêje asta şer, ew ê hemû bibin Asayîş.

Ji ber gef û metirsiya li ser Şengalê, Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê îro bi rengekî awarte civiya.

Civîn li avahiya Meclîsa Gel a Xanesorê bi beşdariya nûnerên hemû saziyên rêveberiya xweser, nûnerên YBŞ û Asayîşa Êzidxan destpê kir.

Piştî civînê bang li civaka Êzidî kir da ku sibe li dijî pîlanên Iraqê li ber Navendên Asayîşê yên li Şengal, Sinûn û Xanesorê kom bibin.

Daxuyanî ji aliyê Cîgirê Hevserokên Meclîsê Heso Îbrahîm ve hate xwendin.

Heso Îbrahîm wiha axivî:

"Xelkê Şengalê êdî biryarên bi vî rengî qebûl nake ku li ser Şengalê bê dayin. Ji xwe hevdîtinên me ji her alî ve çêdibin. Em dixwazin rewşa Şengalê bi nîqaşan bê sererastkirin û rewşa Şengalê ewle bibe.

Di civîna xwe ya îro de jî me biryar dan ku em tifaqa wan, em soza wan qebûl nakin. Divê bên bi me re rûnên û bi nîqaşan.

Îro em li vê derê dibêjin, Bexda, Iraq deyndarê me ye. Ji ber ku me şeref û namûsa Iraqê parastine. Li gorî agahiyan, dibêjin sibe belkî alên Asayîşê, Rêveberiya Xweser bên danîn. Em jî dibêjin, em alekê danaynin. Em qebûl nakin ku êrişî Asayîşa me bikin, qebûl nakin ku êrişî şervanekî me bikin.

Em bang li xelkê xwe yê Şengalê dikin. Dayik û xwişkên me yên Şengalê, zarokên Şengalê, xortên Şengalê roj roja berxwedanê ye, roj roja serketinê ye. Roj roja miletê Êzidî ye. Sibe li Navendên Asayîşê kom bibin. Kî mirov bên, em ê li pêşiya wan bisekinin em nahêlin yek dest dirêjî aleke me, ala bi xwîna şehîdan hatiye rakin bikin. Em qebûl nakin ku ew destê xwe dirêjî şervanekî me yê Asayîşê bikin.

Em ji wan dixwazin ku tifaqa li ser Şengalê kiribûn di ber çavan re derbas bikin û ji vê kêmasiya xwe vegerin. Bi vî rengî miletê Şengalê nexin nava rewşeke din a şer. Xelkê me gelekî welê ye ku di qirkirinê re derbas bûye, careke din vê bi serê miletê me neke.

Em ji gelê xwe re jî ji dinyayê re jî dibêjin; îro ferman e bi navê qanûnê li ser Şengalê didin meşandin. Fermane di bin navê qanûnê de wê ne tenê li ser Şengalê be.

Em bang li dostên Êzidiyan dikin, îro çavên xwe vekin û nehêlin Şengal li fermaneke din derbas bibe.

Serketin, serketin, hol hola tawizî melek e, roja serhildanê ye."

BANGA; SIBE SAET DI 09:00 DE LI BER NAVENDÊN ASAYÎŞÊ YÊN ŞENGAL, XANESOR Û SINÛNÊ LI HEV KOM BIBIN

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: "Em bang li hemû Civaka Êzidî dikin sibe di saet 09:00’an de li ber Navendên Asayîşê yên li Şengal, Xanesor û Sinûnê kom bibin û destekê bidin zarokên xwe."