Meclîsa PAJK'ê: Delal Amed fermandara li ser xeta PAJK'ê ye

Meclîsa PAJK'ê encamnameya civîna xwe ya salane bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir.

Meclîsa Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) encannameya civîna xwe ya salane bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir.

PAJK'ê diyar kir ku di serdemeke krîtîk û hesas de ya ku têkoşîna azadiyê ya PKK'ê dikeve sala xwe ya çilemîn civîna Meclîsa PAJK'ê li ser esasê girêdayîna xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan bi serkeftî hatiye lidarxistin.

Çend ji xalên sereke yên daxuyaniya PAJK'ê wiha ye:

"Di sala çilemîna têkoşîna me ya azadiyê ya PKK'ê de civîna meclîsa me ya PAJK'ê li ser bingeha girêdayîbûna xeta Rêbertî û şehîdan bi serkeftî hate lidarxistin.

Di sala çilemîn a partiya me de civîna me bi giyanê serfiraziyê yê Apoyî û bi birdardariya tevlêbûna tarz û xeta Rêbertî bi berfirehî nîqaşên xwe kiriye.

Civîna me Delal Amed a ku endama rêveber a PAJK û PKK'ê, endama Konseya Fermandariyê ya HPG-YJA Starê bû wekî fermandara Şerê Gel ê Şoreşger a di xeta PAJK'ê de destnîşan kiriye.

Fermandarên me yên pêşeng ên ku li qadên cihê yên Kurdistanê şehîd bûne Devrîm, Roza, Doza, Nûjîn Ankara, Zinarîn Serhad, Sema, Sozda Gever, Jînda Ozgur, Têkoşîn Rojhilat, Gulnaz Ege û Berçem Çîlo fermana serkeftinê ya şoreşa jinên Kurdistanê ye.

PARÇEKIRINA PERGALA ÎMRALIYÊ WÊ ŞER BI DAWÎ BIKE Û ÇARESERIYÊ BÎNE!

Paralelî şerê hilweşandina Rojhilata Navîn a ku Kurdistan di navendê de ye, bi tecrîdkirina Rêbertiya me hatiye kûrkirin. Bi maskeyên olê cariye, xulamî, koletî wekî polîtîkayeke şer li ser jinan tê ferzkirin. Nêzikatiya li hemberî Rêbertiya me, nêzikatiya jin û gelan e. Ji ber vê jî li dijî Rêbertiya me polîtîkayên derveyî exlaq, siyasî û hiqûqî tê kirin. Tendirustiya wî û şertên wî yên ewlehiyê nayên zanîn. Tecrîda ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve dixwazin bikin tiştekî normal. Ev ne bi tenê biryara AKP'ê ye, pê re jî biryara Îngîltere, DYA û Îsraîlê ye.

Desthilatdariya Erdogan di çarçoveya van polîtîkayan de zagonên xwe ava kir û bi îlankirina Rewşa Awarte re naxwaze kes biaxive, bifikire û tiştekî bike. Erdogan dixwaze civakeke cesedî ava bike.

Ji ber jî hilweşandina pergala Îmraliyê tê wateya bidawîkirina esareta gelên Tirkiye û Kurdistanê. Hilweşandina pergala Îmraliyê tê wateya xwedîlêderketina kesayet, nasname û rûmetê. Azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me wê bandora xwe li ser guherînên herêmî û global bike. Wê şer, hilweşandin, zilm û zayendparêzî bi dawî bibe û serdemeke nû dest pê bike. 

Li ser esasê van nirxandinan wê sala 2018'an bibe sala rêxistinkirin û çalakgeriyê ya jin û gelan a ji bo azadiyê.

Êrîşên li ser Bakur, Şengal, Rojava  û Kerkûkê mêtinger, talanker û tecawizkar e. Em van hêzên ku van êrîşan dikin bi zimanekî tund şermezar dikin.

DEMA ŞOREŞA JINAN E!

Civîna me êrîşên îdeolojîk, leşkerî, siyasî, leşkerî, siyasî, derûnî û çandî yên li ser jinan û têkoşîna li dijî van êrîşan bi berfirehî nirxandiye. Di sala 2017'an de berxwedana jinan û şerê xweparastinê mora xwe li sala 2017'an xistiye. Pêşveçûna jinan rê li ber guherînên cîddî vekiriye.

Di civînê de bêtir êrîşên li ser mîlîtanên jin ên gerîla, fermandar û rêveberî û rêxistinên jinan hatine nirxandin. Ev êrîşên li ser jinan hêrsa me ya şoreşgerî tûj kiriye û bûye sedem ku em têkoşîna xwe bilindtir û geştir bikin.

Tekane rêya bilindkirin û mayîndekirina nirxên hêja yên têkoşîna me ya çil salan ev e ku divê em bibin rêhevalên şehîdên xwe û li ser xeta Rêbertiya xwe bin. Em birdardariya xwe diyar dikin ya ku em ê têkoşînê bigihînin serfiraziyê. Li ser vî esasî em hemû malbatên şehîdan û dayîkên şehîdan silav dikin. Rêhevalên jin ên li eniyên şer û zindanan li ber xwe didin em wan silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin."