Meclîsa Gel a Mexmûrê nêzîkatiyên PDK’ê bi daxuyaniyekê şermezar kir

Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê helwestên PDK’ê ya li ser gelê Mexmûrê bi taybet mirina bi guman a 2 welatiyên Mexmûr ên li girtîgehên PDK’ê bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Li avahiya Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê têkildarî nêzîkatî û helwestên PDK’ê ya salên dawî li ser welatiyên Mexmûrê bi tevlîbûna nûnerên saziyan daxuyaniyek hate dayîn.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk Hecî Kaçan ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Ev êrîş, dorpêç û nêzîktiya PDK îro gihiştiye astekî metîrsîdar û xeter, di van mehên dawî de keçên ciwan ji nav de bi dehan karker, xwendekar hatin destgîrkirin û demek dirêj li zindanên PDK’ê de man.

‘DIVÊ ÇAPEMENIYA AZAD BI BERPIRSYARIYÊN XWE RABIN’

Di dema destgîrkirin û girtinan de heqaret li wan tê kirin û bi nêzîkatiyên rûmet şikandinê re rû bi rû man. Her çiqas piştî zêdeyî du mehan girtî mayînê ev kes hatibin azadkirin jî lê di 2 bûyerên dema dawî rûdayîn de, gomanên gelê me li ser kirinên PDK’ê yên li Asayişa Giştî beramberî girtiyên me zêde kiriye û pêwîste çapemeniya azad û raya giştî derbarê van rewşan de erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînîn.

‘HELWESTÊN PDK’Ê YÊN LI DIJÎ GELÊ ME DER PÎVANÊN MIROVÎ, EXLAQÎ Û PÎVANÊN NAVNETEWEYÎ NE’

Pêkanînên PDK’ê yên li beramberê karker, xwendekar û nexweşên me dûrî exlaqê Kurdayetî, exlaq û wijdanê mirovahî û zagonên navnetewî ye. Beriya niha nêzî dû mehan hemwelatiyê me yê bi navê Hacî Heyder Dêrhînî piştî 54 rojan girtî mayînê, bi şêweyek tenduristiya wî nebaş û nexweşek giran hat berdan, ev kes rûxmê berê xwedî tenduristiyek pir baş û ne nexweş bû, di nava heftiyekî de bi şêweyek guman jiyana xwe ji dest da. Li gorî gotinên doxtoran, her wiha li gorî gotinên Hacî Heyder û xizmên wî ev hemwelatiyê me li zindanê hatiye jehr kirin û wisa hatiye berdan.

‘BÛYERÊ JI MALBATÊ Û GELÊ MEXMÛR VEŞARTIN’

Bi heman şêweyî hemwelatiyê me yê bi navê Metîn Adugit ku di 07-11-2020’an de li Hewlêr ji hêla asayîşa PDK’ê ve tê destgîrkirin, piştî sê rojan di dîroka 10-11-2020’an de bi şêweyek bi guman dibin navê qirîza dil de jiyana xwe ji dest dide. Ya cihê sersormanî û lêpirsînê ew e ku, jiyana xwe ji dest dayîna hemwelatiyê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ji malbat û raya giştî tê veşartin, piştî parêzerê wî dixwaze rewşa wî bizane pirsyar dike, agahiya wî çêdibe ku Metîn Adugit jiyana xwe ji dest daye. Li gorî rapora ji bo malbatê hatî dayîn her çiqas Metîn Adugit di nava sê rojan de bi şêweyek bi guman jiyana xwe ji dest daye, lê hevser û zarokên wî her wiha gelê wargehê piştî du mehan bihîstine. Ev nêzîkatî dûrî exlaqê mirovahî, dûrî wijdanê mirovahî ku li ti zagonên navnetewî û nimûneyên wê tineye, ji hêla gelê me ve nayê pejirandin û em ê weke Meclîsa Gel, malbat û gelê wargehê heta dawiyê li mafê van hemwelatiyên xwe bipirsîn. Ya herî girîng ev şermeke ji bo Desteya Mafê Mirovan ya Parlementoya Kurdistan, Saziyên Mafê Mirovan, Xaça Sor û Neteweyên Yekbûyî. Her çiqas PDK ji mirina van hemwelatiyên me berpirsyare, lê ev hêzên mijara gotinê jî bi heman şêweyî berpirsyariya xwe di van mirinên bi goman de heye.

BANG

Em Meclîsa Gel û gelê wargehê, bang li hêzên berpirsyar, partiyên siyasî yên nunertiya xwe li parlementoya Kurdistanê dibînîn, NY, saziyên mafê mirovan, Desteya Mafê Mirovan ya parlementoya Herêmê û Iraqê dikîn ku ji van kirinên PDK’ê yên dûrî exlaqê mirovahiyê re bêjîn êdî bese û dawî li vê zilm û zordariya li ser gelê me yê penaber bînin.

Weke din em ji van hêzane dixwazîn, ger hûn ne hevkarê PDK bin, hûnê xwedî li mafê hevser û zarokên Hacî Heyder û Metîn Adûgît derbikevin, lêpirsînên pêwîst pêkbênin û erk û berpirsyariyên xwe yên mirovî bi cih bênin.

Em Meclîsa Gel a Demokratîk û gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ji bo malbatên xwe sersaxî dixwazîn, hêviya sebrê dikîn, hêzên berpirsyar şermezar dikîn.”