Me bi 2 bîsîvîngan dest bi vî şerî kir

Ji fermandarên giştî yên Kobanê narîn Efrîn qala berxwedana dîrokî ya Kobanê kir.

Di nava sala 2012'an de çûm Kobanê. Rejîma Baasê ji herêmê hatibû derxistin, hemû sazî di kontrola YPG û gel de bûn. Tenê komeke biçûk teslîm nebûbû, ew jî li avahiya emniyetê hatibû dorpêçkirin. Hêzên rejîmê nekarîbûn xwe bilivînin, nekarî belgeyên li gel xwe jî îmha bikin. Gelek belge ketin destê me û bi teslîmbûna leşkerên dawî yên rejîmê re bajar bi temamî hatibû rizgarkirin.

DAIŞ'ê piştî ku Reqa, Minbic, Girê Spî û Cerablûs dagir kir, dor hatibû Kobanê. Ev der ji bo wan stratejîk bû û diviyabû bihata dagirikrin. Dema ku Minbic hate dagirkirin, xeteriya êrîşê ya li ser Kobanê zêde bû. Ez wê wextê li Kobanê bûm.

Li nava Minbicê berxwedaneke bê eman hebû. Fermandarê herî mezin ê vê berxwedanê bêguman Ebû Leyla bû. Ebû Leyla teqwiya ji me dixwest. Dostên Ereb ên Ebû Leyla gelekî zêde bû, lê belê taybetmendiya wî ya herî bingehîn ew bû ku tirs pê re tine bû.

Berxwedana Ebû Leyla ji aliyê esasî ve li Minbicê derkete holê. Gelek komên di nava artêşa azad de xwe ji şerê dijî DAIŞ'ê vedigirtin. Şervanên ku ev rewşa fermandarên xwe dîtin, li dora Ebû Leyla li hev civiyan. Ebû Leyla bi eslê xwe ji Kobanê bû û demeke dirêj li Minbicê dijiya. Ciwanên Ereb ên ji Minbicê, Ebû Leyla weke sembola dostaniya Kurd û Ereban didîtin.

Pêvajoyeke bû ku DAIŞ'ê êrîşî Serêkaniyê û Mebrûka kir. Girê Spî hatibû dagirkirin, ku ev bajarê herî nêzî Kobanê bû. DAIŞ gav bi gav ber bi Kobanê ve dihat. Ya rast, şerê Kobanê bi Girê Spî re dest pê kir. 19'ê Tîrmeha 2013'an hevalên me li bajêr li dijî çeteyan şer kirin. Li Serêkaniyê şerekî giran hebû. Eşkere bû ku şerê li vir wê li Kobanê jî der bibe. Me amadekariyên xwe bi yekîneyeke xwe ya biçûk a li dora Girê Spî û nava wê kirin. Amadekarî bi pêşengiya hevalên Dilovan Kobanê, Rustem û Viyan dihate kirin.

YEKEMÎN SERÇETEYÊ DAIŞ'Ê YÊ DÎL HATE GIRTIN

19'ê Tîrmehê pîrozbahiyên şoreşa gel dihatin lidarxistin. Wê rojê, serçeteyekî DAIŞ'ê yê bi navê Şêx Mûsab li gundê Yapse yê Kobanê ku nêzî Girê Spî ye keşif dikir. Me jî li heman herêmê komên xwe derxist keşfê. Serçeteyê DAIŞ'ê dema xwe amade dikir ku bikeve nava gundê Yapse, kete kemîna hêzên me.

Wê wextê bi fermandariya Kobanê re me li gundê Kendalê civîn li dar dixist. Di civînê de me plana çalakiyê ya ji bo sivikkirina êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Serêkaniyê dikir. Dilovan û gelek hevalên din di civînê de bûn. Ji bo ewlekariya civînê me hin heval li dora gundê Yapse bi cih kir. Komên me yên keşfê ji me re ragihand ku wan wesayiteke çeteyan xistine kemînê û çete dîl girtine. Hevalê Dilovan ji civînê derket û berê xwe da gundê Yapse. Li ser serçete êlekê teqemeniyê hebû. Dixwest wî bîne Kobanê û agahiyan jê bigire. Ji ber ku êlekê teqemeniyê li ser bû, me nikarîbû xwe nêzî wî bikin. Dema ku hevalê Dilovan jê re got ku dixwaze wî têxe wesayitê, wî digot wê xwe biteqîne. Me dixwest planên wan ên êrîşê yên li dijî Kobanê û Serêkaniyê hîn bibin. Heta danê sibehê em pê re mijûl bûn û em ber destê sibehê karîbûn wî bînin Kobanê.

WÊ ÊVARÊ 700 SIVÎL DÎL GIRTIN

Heman rojê çeteyên DAIŞ'ê li Girê Spî dest bi êrîşê kirin û li ber Mala Gel şer dest pê kir. 3 ji van çeteyan hatin kuştin, şer heta danê sibehê dewam kir. Cebilxaneya me kêm bû, hêza me ewqasî nebû ku tevahiya herêmê kontrol bikin. DAIŞ'ê sivîlên dixwestin ji bajêr derkevin dîl girtibû. Wê êvarê bi qasî 700 sivîl di destê çeteyan de bûn. Hêzên Cephet El Ekrad jî bi hejmara xwe ya kêm li bajêr li ber xwe dida. Hin ji hevalên El Ekrad jî dîl hatibûn girtin.

Danê sibehê DAIŞ'ê bi gelek tankan êrîşî gundê ku me serçeteyê DAIŞ'ê lê dîl girtin, kirin. DAIŞ'ê xwest, em serçeteyê wan ê bi navê Şêx Mûsab teslîmî wan bikin. Di rewşeke berevajî de gotin wê êrîşî Kobanê bikin û hemû sivîlên dîl hatine girtin bikujin. Di berdêla Şêx Mûsab de dixwestin li hev bikin. Me nedixwest jiyana sivîlan bixin xeteriyê. Me got, di berdêla dayina gel û hevalên me yên El Ekrad de em ê serçete berdin. Me serçeteyê wan bi vî rengî berdan.

Lê belê DAIŞ li gorî vê peymanê tevnegeriya û tenê çend sivîl berda. Piştî navberek ji saetekê ji nû ve dest bi êrîşê kirin. Xeta li rojhilatê Kobanê ku ji gundên Til Fender, Yapsê, Akta û kolana Sûkkeriye pêk tê di kontrola me de bû. Me nedihişt çete derbas bibin.

DU DOÇKAYÊN ME HEBÛN

Gelê Kobanê yê bi şer hesiya berê xwe da eniya rojhilat. Yên zanîbûn çekê bi kar bînin û yên nizanîbûn bi kar bînin, jin, mêr, ciwan, extiyar her kes hatibû eniyê. Em bi hemû hêza xwe ketibûn çeperê. Pirsgirêka me ya çekan hebû. Doçkayên me yên 23,5, 14,5 û 12,5 mm'yî hebûn. Zincîra fîşekan a ji hin doçkayên me tine bû.

Gelê Kobanê li hemû herêmên şer lê diqewimî tevî şervanan di nobedê de bû. Şer giran bû, ji her alî ve gule dihate reşandin. Wê rojê 8 hevalên me şehîd bûn. Di nava hevalên me yên şehîd ketin de hevalên Dilovan Kobanê, Amedê Kendalê, Peyman, Necbîr jî hebûn.

YEKEMÎN FERMANDARÊ ŞEHÎD: DILOVAN KOBANÊ

Komek ji hevalên me dema diçû cihekî din, kete kemîna çeteyan. Hevalên Dilovan Kobanê û Necbîr jî di nava komê de bûn. Dilovan berpirsyarê komê bû. Ji gundê Şeranê yê kîlometreyekê dûrî navenda bajarê Kobanê bû. Ji nişka ve dengê çekan bi dijwarî hat. Gotin ku pêwîstî bi hêza teqwiyhe heye. Dor li wan hatibû girtin. Me hêza teqwiye şand, Dilovan dixwest vê dorpêçê bişikîne û hevalan rizgar bike. Bi wesayitê dida nava vê çemberê û heval yek bi yek ji wir derdixist. Piraniya komê rizgar kiribû. Wê cara dawî biçûya herêmê û çend hevalên mayî rizgar bikira. Lê di vê kêliyê de li nêzî gundê Til Fenderê bi fîşeka li serî ket şehîd bû. Dilovan Kobanê bû yekemîn fermandarê şehîd ê Girê Spî.

ROJA HERÎ DIRÊJ A JIYANA MIN

Roja destpêkê ya şer, roja herî dirêj bû. Roja herî dirêj a jiyana min bû, qet dawî lê nedihat. Gelek tişt qewimîn. Gelê  Kobanê di nava rojekê de li eniyê civiya. Amehedê Kendal yekî ji gel bû. Di nava hêzên sivîl de cih digirt. Cesareta wî bê dawî bû. Di şerê me yê dijî çeteyan de bû şehîdê me yê destpêkê yê li eniyê.

Yekemcar şerekî ewçend giran diqewimî. Çeteyan dixwestin bi tankan bikevin nava Kobanê. Bi saya berxwedana gel û şervanên me, pêşî li vê hewldanê hate girtin.

Roja duyemîn...

Eşkere bû ku wê şer dewam bike. Weke rêveberî em li gundê Kendalê danê sibehê li hev civiyan. Di civînê de me biryar dan ku xetên parastinê ava bikin. Wê hêzên milîs jî tevî şervanan ev çeper zexm bikira. Xeta parastinê wê ji Kendalê heta Girê Sor bûya.

DÛPIŞKA ME YA DESTPÊKÊ

Gel bi me re bû; dema ku dît em şer dikin, tevî zarokên xwe bi me re bû. Derfetên me kêm bûn. Teknîkeke me tine bû ku em li dijî tankan bi kar bînin. Di vê demê de gelê Kobanê wesayitek ku bi hesin dor lê girtibû û fîşek pê re nediçû amade kir û da me. Me navê 'Dûpişk' li vê wesayitê kir. Wesayita me ya bi tîpa dûpişk, tevî li berxwedana dîrokî ya Kobanê di birin û anîna hêzên xwe de jî gelekî bi kêrî me hat.

Li gundê navbera gundên Bîrîketke û Kûpîrlîkê danê nîvro di navbera me û DAIŞ'ê de şer derket. Di encama şerekî dijwar de me gund ji çeteyan paqij kirin. Di vê serketinê de rola wesayita me ya zirxî ya bi tîpa dûpişk zêde bû. Piştre wesayitên bi vê r3ebazê li Kantona Cizîrê hatin çêkirin.

Û EM TANKA EWILÎ BI DEST XISTIN

Roja sêyemîn...

Çeteyên DAIŞ'ê bi tank û çekên giran ketin nava gundên Kendalê û Bîrîketkê. Bi vî rengî dixwestin berê xwe bidin Kobanê. Li her du gundan jî em li hemû malan bi cih bûbûn. Şerê li gundê kendalê gelekî dijwar bû. Bi giranî hevalên jin pêşengî dikirin. Şehîd Viyan Peyman û gelek hevalên jin ên di asta fermandariyê de di vî şerî de bûn. Di wî şerî de B7 hate bikaranîn. Hê di derba destpêkê de li tankeke çeteyan tê xistin. Piştî ku agir bi motora wê dikeve, ew tank dikeve destê me. Di şer de gelek çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Tevî 35 cenazeyan, hinek ji cebilxaneya çeteyan dikeve destê hevalan.

Tanka ku me li gundê Kendalê lê dan, di heman demê de tanka destpêkê bû ku kete destê me. Ji ber ku ya destpêkê bû em hem matmayî bûn hem jî kêfxweş. Hevalan agahî didan û digotin, 'me tankek bi dest xistin', lê em bi guman nêzî vê agahiyê dibûn.

Me bi 2 bîsîvîng û sê doçkayan dest bi vî şerî kir. Tenê 30 guleyên bîsîvîngên me hebûn. Nîvê wan jî riziyayî bûn. Me bi van çekan dest bi berxwedana xwe kirin.

ŞERÊ LI HERÊMEKE JI 180 KÎLOMETREYÎ

Şer belav dibû, êrîş li gelek cihan dihate kirin. Li sê çar eniyan em di şer de bûn. çeteyan dor li Kobanê digirtin. Li herêmeke ji 180 kîlometreyî şer diqewimî. Ji bo parastina vê herêmê pêwîstiya me bi hêzeke mezin hebû. Ewqasî hêzeke me jî tine bû. Ji ber vê yekê me nikarîbû hin cihan kontrol bikin.

Gel piştgirî dida, me sîstema nobedê danî. Ji her gundî mirov dihatin eniyê û bi rojan, bi hefteyan, bi mehan, hinek jî heta salekê nobed girtin.

DAIŞ'ê hem Minbic, hem jî Cerablûs dagir kiribû. Kobanê êdî dorpêçkirî bû. Bi qasî salekê çûn û hatina Kobanê qut bûbû. Pirsgirêka cebilxaneyê jî hebû. Li bajêr pirsgirêka mazot û benzînê jî rû dabû. Xwişk û birayên me, dostên me yên Ereb di rewşeke bi vî rengî de hewl dan alîkariyê bidin me.

Hêza Siwar El Reqa hêzeke ku li gundê Sûsikê li dijî me şer dikir. Lê piştî ku rûyê rast ê DAIŞ'ê dît, biryar da tevlî me bibe. Ji xwe herî dawî di pêngava rizgarkirina Reqayê de cih girtin. Dewleta Tirk gelekî antî propaganda li ser vê hêzê kir. Fermandarê wê dema dixwest derbasî Tirkiyeyê bibe, xwestin wî bikujin. Me ew rizgar kir û ji nexweşxaneyê revand. Ji Reqayê bû, fermandariya Reqayê kiribû. Dema ku DAIŞ'ê êrîşî Reqayê kir, xwe li Kobanê girtibû. Di parastina Sirrînê de bû. Cebilxaneya wn zêde bû, bi dehan doçka û hawanên wan hebû. Em bi wê cebilxaneyê tevlî gelek çalakiyan bûn. Li gel me Kobanê parastin.

EBÛ LEYLA BÊ TIRS ŞER DIKIR

Me li nêzî pira Qereqozaxê civînek pêk anî. Şehîd Feysel Ebû Leyla tevlî civînê bûbû. Me çeperên xwe yên li Sirrînê nirxand. Di civînê de hat ragihandin ku DAIŞ nêzî Kobanê bûye û wê ji vê derê rê ji DAIŞ'ê re neyê dayin, eger berxwedan wê bê kirin, divê li vê derê bi heybetî be. Ebû Leyla ku pêşengî ji vê herêmê re dikir, bi israr bû.

Li derdora parastina Sirrînê berxwedaneke mezin hebû. Me hin hevalên xwe derbasî vê herêmê kir. Berxwedana Sirrîn û Xaruzê gihîştibû asta herî bilind. Me biryar dabûn ku berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê dest ji vê herêmê bernedin. Ebû Leyla digot, 'heta ku fermanek neyê, ez ê ti carî dest ji vê derê bernedim'. Ebû Leyla bê tirs şer dikir.

Şerekî gelekî dijwar diqewimî. Her ku çeteyan êrîş dikir, Feysel Ebû Leyla tevî hevalên xwe ev êrîşên wan dişikand. Şehîd û birîndarên me hebûn. Hêza me ya şer gelekî westiya bû, bê xew bû û bi vî rengî jî şer dikir. Kobanê ji aliyê çeteyan ve hatibû dorpêçkirin, me êdî nizanîbû wê ji kîjan alî ve êrîş bê kirin. Em gihîştin wê biryarê ku ne rast e em li wê herêmê israr bikin. Me biryar da li herêmên din derbê li çeteyan bixin. Bi vî rengî me biryar dan ku beşek ji hêzên xwe ji wê herêmê vekişînin.

LI GIRÊ SÊVÊ 11 ŞEHÎD

25'ê Hezîrana 2015'an çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê komkujî kir. Yek ji gundên ku komkujî lê hate kirin Berx Botan bû. Li jora Berx Botanê girê Sêvê heye ku li pêşberî parastina Sirrînê ye. Girê herî bilind ê Kobanê bû. Kontrol li ser gelek gundên li derdorê dikir. Lewma girtina vê derê dihat wateya, valabûna gundên li derdorê. Piştî ku parastina Sirrînê hate dagirkirin DAIŞ'ê berê xwe da girê Sêvê. Li vê derê 13 hevalên me hebûn. Şehîd Xabûr berpirsyarê vê eniyê bû. Di heman demê de zarokê wê herêmê bû, herêm baş nas dikir. Di êrîşa çeteyan de şehîd bû. Me piştre navê gir kir Girê Şehîd Xabûr. Hevalên me bi heybetî li ber xwe dan. Şer heta nîvê şevê dewam kir û gir ji destê me derket. 11 hevalên me li wî girî şehîd bûn. Du ji şehîdên me yên li wî girî birayên hev bûn.

Ji bo jinûve bidestxistina wî girî, tevî fermandarên hemû eniyan em li Berkelê li hev civiyan. Gel li dora me kom bûbû. Me biryar da ku ji bo kontrolkirina gir, wê êvarê çalakiyê bikin. Çiqas cebilxaneya me hebû me anî. Plana çalakiyê nehatibû eşkerekirin. Wê êvarê ji sê baskan ve me dest bi êrîşê kir. Me bi şev saet di 23:00 de gir kontrol kir. DAIŞ ne li benda çalakiyeke bi vî rengî bû. Gelek hêzên xwe li ser gir bi cih kiribû. Gelek ji wan reviyan, beşke jî hatin kuştin. Di vê çalakiya dîrokî de hevalên me Rûken û Rizgar Efrîn şehîd bûn. Ji nû ve rizgarkirina vî gundî li Kobanê mîna cejnê hate pêşwazîkirin.

SIBE: Berxwedana Kobanê dest pê dike