Malbatên Şehîdan û ciwanan bi meşekê berxwedana Heftanîn silav kirin

Saziya Mabatên Şehîdan û ciwanan ji bo piştevaniya berxwedana Cenga Heftanînê li navçeya Ehrezê ya Şehbayê meşek lidar xistin.

Bi tevlîbûna endamên Saziya Mablatên Şehîdan û ciwanan ji bo piştevanîkirina berxwedana Cenga Heftanînê ji navçeya Erherzê heta Goristana Şehîdan meşek hate kirin.

Di meşê de pankarta bi nivîsa ‘Bi ruhê berxwedana ciwanên şehîdan Heftanîn wê rizgar bibe, faşîzim têk biçe’ destpê kir.

Meş heta Goristana Şehîdan dom kir û li vir deqeyek rêz hate girtin. Li vir Hevseroka navçeya Ehrezê Yildiz Mûsa axivî.

Li ser navê ciwanan jî Dara Selman û Ûfe Mihemed daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ciwan û gel hêza xwe ji şervanên xwe yên li çeperan li ber xwe didin digirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin û şûnde rewşa gel û herêmê zehmetir bûye, demografiya herêmê tê guhertin. Daxuyaniyê de hate gotin ku rojane kiryarên der mirovî ên mîna destdirêjî, kuştin, revandin û şewitandina dar û zeytûnên herêmê tên kirin ev hate gotin: “Bûyerên ku îro li herêmên Kurdistanê, bi taybet li Heftenînê rû didin, armanc jê çewisandina nasnameya Kurdî ye û dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye.”

Zarokên şehîdan sûc û êrişên li ser Rojava û Heftenînê şermezar kirin û bang li rêxistinên mirovî kir ku ji bêdengiya xwe derketin û hesab ji sûcdaran re bixwazin.