Macron: Min peyamên Tirkiyeyê yên li ser şerxwaziyê not kir!

Serokkomarê Fransayê Emmanûle Macron ragihand ku wan daxuyaniyên dewleta Tirk ên şerxwaziyê yên têkildarî Qerebaxê not kirine.

Serokkomarê Fransayê di serdana paytexta Letonya Rîgayê de daxuyanî da û got, "Min daxuyaniyên siyasî yên Tirkiyeyê yên bêperwa û metirsîdar not kir."

Dewleta Tirk ragihandibû ku ew bi biryar in bi her awayî li dijî Ermenan piştgiriyê bidin Azerbaycanê.

Macron got, "Fransa ji ber peyamên şervanan ên Tirkiyeyê yên jinûve fetihkirina Qerebaxê ya ji aliyê Azerbaycanê gelekî bi fiark e û em ê vê qebûl nekin."