MÎT siyasetmedarên Kurd bi vê cîhazê dişopîne

Hate hînbûn ku servîsên emniyet û îstîxbaratê yên dewleta Tirk bi rêya cîhazeke, ku qerta wê ya qeydkirinê û GPS  hene xebatkarên Tevgera Siyasî ya Kurd şopandine.

Servîsên îstîxbaratê û emniyetê yên dewleta Tirk ji bo siyasetmedar, rêveberên partiyê û xebatkarên Tevgera Siyasî ya Kurd bişopînin rêbazên nû bi kar tîne. Vê carê bi cîhazeke ku bi qasî bikeve destê mirovan biçûk e û cih tespît dike siyasetmedar û welatparêzên Kurd hatin şopandin.

Tê gotin ku ev cîhaz bi giranî li pişt wesayitan bi rêya miqnetîsê tê pêvekirin. Bi saya vê cîhazê ku tê de qerteke biçûk a qeydkirinê û GPS (Sîstema pozîsyonê ya global) heye, tê tespîtkirin ku kes li ku ye, kengî di kîjan rêyê de derbas derbas bûye.

Li gorî agahiyan, bi taybetî siyasetmedarên ku demeke dirêj e di nava siyaseta Kurd de hene û yên nû tevlî bûne bi rêya vê cîhazê hatine şopandin.