Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

MÎT li ser jinên DAÎŞ’î bazirganiyê dike

Çavkaniyên Hêzên Ewlekariya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê got: “Me tesbîtkiriye ku MÎT’a Tirk jinên DAÎŞ’ê bi tevnên bazirganiya mirovan ji Kampa Holê direvînin û li pêşberî pereyan difiroşin malbatên wan.”

Ajansa Anatoliyê (AA) ku ajansa fermî ya dewleta Tirk e, îro bi sernavê "MÎT'ê jineke Moldovayî û 4 zarokên wê ji destê YPG/PKK'ê rizgar kir" weşand û di nûçeya xwe de mikur hat ku MÎT'ê DAÎŞ'iyên li Holê revandiye.

Hêzên Ewlekariyê yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê demek dirêje di ferqa wê de ye ku MÎT dixwaze kesan ji Kampa Holê birevîne û xistibû di bin çavêdêriyê de, heta hinek operasyonên MÎT’ê yên têkildarî vê mijarê jî rawestandibû.

Çavkaniyeke bi ewle ku endamê Hêzên Ewlekariyê ye sedemên MÎT’ê ya revandina jinên DAÎŞ’î ya li Kampa Holê ji ajansa me re vegot: “Ev demeke me ferq kir ku komeke di nava MÎT’ê de hewl didin di serî de Kampa Hol di nava kampan de ji bo revandina jinên DAÎŞ’î kar dikin û em ketin nava lêkolînê. Li ser vê yekê me hinek kesên bazirgan vî kar dikin û jinên ku dixwazin birevînin girtin. Di encama lêkolînên me kirin de, komeke di nava MÎT’ê de bi malbatên jinên li welatên cihê re dikevin nava têkiliyan û van jinan birevînin û li pêşberî nirxekî mezin ê pere difiroşin malbatên wan.”

HEVJÎNÊ HINEKAN JI BO TIRKIYEYÊ ŞER DIKIN

Çavkaniyê destnîşan kir ku MÎT ne tenê jinan li pêşberî pereyan radestî malbatan nakin, wiha pêde çû: “Beşeke mezin a DAÎŞ’iyên ji dorpêça QSD’ê rizgar bûn li Tirkiye û dîsa li bajarên mîna Bab, Cerablûs,Ezaz, Efrîn, Idlib, Serêkaniyê û Girê Spî yên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de dimînin. Tirkiye jinan direvînin cihên ku hevjînên wan lê ne yan jî dibin Tirkiyeyê ku hevjînên wan baştir bidin şerkirin. Cihê bixwazin dibin wir didin şerkirin.”

Hêzên Ewlekariya Hundirîn herî dawî roja 16’ê Tîrmehê 4 jinên ku ji Kampa Holê dixwestin birevînin Tirkiyeyê girtin. Ji van jinan du Sûdan, du jî ji Tanzanyayê bûn.

LI SER BAZIRGANÊ MIROVAN LÎSTEYA NAVÊN KESÊN BIREVÎNIN HATIBÛ DÎTIN

Şervanên QSD’ê di telefona kesê bi navê Şahab Ehmed Abdûllatîf ê bi eslê xwe ji Sûriyeyê û 23’yê Hezîrana 2018’an li navçeya Helîncê ya Hesekê hatibû girtin de, hejmara telefonên endamên DAÎŞ’ê yên ku MÎT’ê dixwestin birevînin Tirkiyeyê û dîsa lîsteya navên jinên DAÎŞ’î hyên li Kampên Hol û Eyn Îsayê dixwestin birevînin Tirkiyeyê dîtibûn.

Şahab Ehmed Abdûllatîf ê li Rihayê MÎT nas kir, li xwe mikûr hatibû ku di bin çavdêriya MÎT’ê de ji bo DAÎŞ’ê pere dişand, bi sîstema MÎT’ê di serî de biyanî çeteyên DAÎŞ’ê direvandin Tirkiyeyê.

‘MÎT’Ê JI MIN DAÎŞ’IYÊN BIYANÎ XWESTIN’

Şahab Ehmed Abdullatîf di hevpeyvînê de ku bi ajansa me re kiribû, têkildarî karê bi MÎT’ê re kiribû wiha gotibû: “Emniyetê ji min xwest ku DAÎŞ'iyan derbasî Tirkiyeyê bikim. Ji min re gotin 'wan derbas bike, nasnameyê ji wan re amade bike û ji bo kirêkirina xanî ji bo wan, bibe alîkar'.”

Abdullatîf wiha domand: “Omer Mûhammed Kadîr û Ebû Sûça bi MÎT'ê re li hev kirin û MÎT'ê ji me re ragihand ku ji bo DAÎŞ'î derbasî Tirkiyeyê bên kirin wê korîdorek bê vekirin. Endamên MÎT'ê ji me re got, 'Temam, lê belê destpêkê hûn ê ji me re bêje ku ku ji ku ne. Biyaniyan bînin. Em ê ji we re bêjin ku hûn ê ji kîjan rêyê bînin. Emniyetê jî ji me re got ku divê DAÎŞ'iyan bînin Tirkiyeyê. Me jî ji wan xwest ku sînor vekin. Wan jî anîn ziman ku hêza wan têra vê nake, lê belê MÎT rê dide ku di sînor re bên derbaskirin. Omer hinek derbas kir. Min xwest di nava çend rojan de karê xwe bi dawî bikim û vegerim Rihayê, lê belê di demeke kurt de QSD'ê ez girtin."

KAMPA HOLÊ

Li kampa Holê Iraq û Sûriye jî di nav de ji 50 welatî endamên DAÎŞ’ê lê hene, 67 hezar kes lê dimîne. Li Kampa Holê ya di Rojhilata Navîn de yek ji kampên herî mezin eji 67 hezar kesî nêzî 30 hezar jin û zarokên çeteyên DAÎŞ’ê ne. Beşek girîng ên van jinan jî tevî ku sûcên xeter kirine, hê jî li Kampa Holê rêxistinkirinê dikin.

Jinên DAÎŞ’î yên li beşa’Muhacirî’ dimînin rêxistineke veşartî ya jinan ku bi navê ‘El Hîsbe’ lê kirî jinan bi destê jinê dikin kole û cezakirinê dike hedef heye.

Bi rêxistina El Hîsbe yê li Kampa holê yên rûyê xwe vekin û dîsa dixwazin ji DAÎŞ’ê qût bibin, konên gelek jinan xirakirin û nêzî 30 jin jî qetil kirine.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî hemû bangan jî 48 welatan ew jî bi sînordar welatiyên xwe teslîm girtine. Mîna çeteyên DAÎŞ’ê ji bo jinên li Kampa Holê jî ji bo bên lêkolînkirin û darezandin dadgeheke navneteweyî nehate avakirin û dewletên berpirs erka xwe bi cih neanî.

Nûçeya Şahab Ehmed Abdullatîf a xebatên xwe ya li gel MÎT’ê ve dibêje:
https://anfkurdi.com/rojava-sUriye/tora-qirej-a-mIt-e-ya-li-diji-qsd-e-113931