Liv û tevgera çekdarên PDK'ê ya li qadên gerîla zêde bûye

Hêzên çekdar ên PDK'ê ku doh 2 bendên kontrolê li herêma Metîna ya qadên gerîla ava kirin, liv û tevgera gerîla dişopînin.

Di 23’ê Mijdarê de çekdarên PDK’ê 2 bendên kontrolê li herêma Metîna ava kiribûn. Bendek li sêgoşeya gundê Birîfka, ya duyemîn jî li gel benzînxaneya gundê Sefarya danîn. Tê gotin ku PDK gelek hêz û cebilxane sewqî herêma Berwarî kiriye û dibistana gundê Birîfka jî ji xwe re kiriye navend.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, ferman ji van hêzan re hatiye ku hemû tevgerên gerîlayên PKK’ê bişopînin û wan bixin bin kontrolê. Dîsa li gorî vê fermanê hatiye diyarkirin ku; gerîla encax dikare di saetên hatine destnîşankirin de bikevin tevgerê.

Heman çavkaniyan dan diyar kirin ku, hêzên gerîla ji bo ku hêzên PDK’ê dev ji van pêkanînên xwe yên provaktîf berdin, ew hişyar kirine. Gerîlayan diyar kirine ku bila PDK nêzî qadên gerîla nebe û tevgera gerîlayan jî neşopîne. Lê çekdarên PDK’ê guh nedane hişyariyên hêzên gerîla û amadekariyên xwe yên geşkirina rewşa provokasyonê didomînin.