Lihevkirina li ser înkar, tunekirin û qirkirina Kurdan: Lozan

Cîhan Eren bal kişand ser polîtîkayên înkar û tunekirinê yên dewleta Tirk û got, "Têkoşîna li dijî vê dewletê, têkoşîna ji bo statuya gelê Kurd e. Lewma têkoşîna gerîla ya ku dewam dike, têkoşîna ji bo parastina tevahiya Kurdistanê ye."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Cîhan Eren bi wesîleya salvegera 98'an a Peymana Lozanê ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku hêza diyarker a Peymana Lozanê, Îngilistan bû. Cîhan Eren got, "Îngilistan ku di destpêka sedsala 20'î de hêza mezin a emperyalîst bû, polîtîkaya xwe ya derve li ser 'parçe bike, bi rê ve bibe' ava kir. Îngilistanê li Lozanê ji bo xurtkirina destê xwe, li dijî gelan siyaseta parçe bike û bi rê ve bibe meşand. Ji bo ajandaya xwe ya Rojhilata Navîn bixe meriyetê û bi cîhanê bide qebûlkirin li dora maseyê rûnişt."

Cîhan Eren destnîşan kir ku armanca bingehîn a li Lozanê tevlîkirina dewleta Tirk li nava refên kapîtalîst bû û diyar kir, ku kadroyên damezrîner ên dewleta Tirk jî xwestin ku di berdêla vê yekê de tevlî karên wan ên navxweyî nebin, dest li polîtîkaya wan a li dijî etnîk û baweriyên navxweyî wernedin. Cîhan Eren got, "Di encamê de jî zext, komkujî û qirkirina ku dewleta Tirk li dijî komên etnîkî û baweriyan dikir, hate pejirandin. Ya rast ev yek xefikek bû li pêşiya Tirkiyeyê.

Ji ber ku ji sala 1916'an û pê ve mafê diyarkirina çarenûsa gelan weke mafekî gerdûnî dihate bilêvkirin û haya her kesî jê hebû. Her wiha Şoreşa Sowyetê ya bi pêşengiya Lenîn ku cîranê Tirkiyeyê bû, ev gotin li gorî îdeolojiya sosyalîst xistibû meriyetê. Li cîhaneke bi vî rengî, înkarkirina gelan û baweriyan, qetilkirina wan dihate wateya; 'min te bi xwe ve girê da, tu yê her tim hewcedarê min be'. Ya ku pêk hat jî ev bû. Destûra Bingehîn a sala 1924'an ku salek piştî Lozanê hate amadekirin, ji bo bawerî û gelan bû destûra bingehîn a înkar û tunekirinê. Birayên Kurd weke 'maşika Îngiliz' hatin hesibandin. Tevî soza ku ji bo Tirkiyeyê dihate gotin, welatê hevpar ê Kurd û Tirkan e, dewleta du gelan e, ji Kurdan re êdî Tirk hate gotin. Bakurê Kurdistanê weke xaka Tirk hate hesibandin. Bi vî rengî Kurd tevî welatê xwe hatin înkarkirin. Sala 1925'an dema ku bi raperînê bersiv ji vê yekê re hate dayin, bi rengekî mezin hatin qetilkirin. Kurdên ku li Lozanê ji bo berjewendiyan bûn mijara nîqaşê, du sal piştî peymanê bû gelekî welê ku hatiye xapandin, dema ku li ber vê xapandinê rabû jî hate qetilkirin. Hîn jî dixwazin vê yekê li dijî Kurdan dewam bikin."

Cîhan Eren bi bîr xist ku Peymana Lozanê bi destûr û erêkirina hêzên navneteweyî hate amadekirin û got, "Kurd bi erêkirin û piştgiriya hêzên navneteweyî tên înkarkirin. Dixwazin ku Kurdan tune bikin. Çi neheqî li Kurdan bê kirin, bêdeng dimînin. Dema ku Kurd ji bo mirovahiyê, ji bo hebûnê têdikoşin jî weke terorîst têne nîşandan. Hewl tê dayin ku mafên wan hemû, nirxên wan ji destê wan bêne wergirtin. Mîna li Lozanê hate kirin, dixwazin bikin qurbanê hesabên berjewendiyan."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Cîhan Eren destnîşan kir ku Lozan ji destpêkê ve peymaneke şaş bû, peymana înkarkirina gelan bû û wiha dewam kir, "Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, ne tenê Lozan kir mijara nîqaşê, di pratîkê de jî pûç kir. Mînak, sê parçeyên Kurdistanê yên ku bi Lozanê hatin parçekirin, kir yek. Li gel Kurdan ev yek bi gelên din re jî kiriye. Kurd kir xwedî wê hişmendî, rêxistinî, rê û rêbaza têkoşînê ku mafên xwe bi dest bixin. Yên ku ji bo berjewendiyên xwe Kurd bi Kemalîstan nîqaş dikirin, êdî dewleta Tirkiyeyê bi Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nîqaş dikin. Siyaset û zîhniyeta înkar û tunekirinê ya dewleta Tirk jî ji aliyê Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmeha 1982'an hate pûçkirin.

Bi kurtasî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêber Apo, bêstatuhiştina gelê Kurd bêwate kir, gelê Kurd gihand wê astê ku bibe xwedî statu. Ev peymana ku sîstemên antî demokratîk, nijadperest û olperest ava dike, ragihand ku derbasdar nîne û ne tenê ji bo Tirkiye û Kurdistanê her wiha ji bo tevahiya herêma me sîstemeke demokratîk xiste rojevê. Neteweperestî û nijadperestiya li Rojhilata Navîn di asteke girîng de pûç kir, ku dewleta Tirk afirînerê vê nijadperestiyê ye."

Cîhan Eren di dewama axaftina xwe de anî ziman, ku diyar e kes mîna berê naxwaze statuya bi Lozanê re hatiye avakirin weke berê dewam bike û got, "Ji ber ku ne peymaneke welê ye ku bê dewamkirin. Tenê serdestên Tirk ên neteweperest dixwazin Lozan dewam bike. Herçend Erdogan dem bi dem dibêje ku Lozan têkçûn e, xiyanet e, piştre hate fêhmkirin ku Erdogan li xwe nagire ku Kemalîstan Bşaûr û Rojavayê Kurdistanê hiştine. Dixwaze van parçeyan jî mîna Bakur dagir bike. Yanî dixwaze qirkirina li Bakur her wiha li Başûr û Rojava jî bike. Mînak niha li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê vê dike. Diyar e ku DYE û Rûsyayê ji bo dagirkirina xaka Rojava jê re gotine 'tu dikare vê bike'. Ji ber vê yekê, Têkoşîna Azadiyê ya Kuridstanê Lozan pûç kiribe jî dewleta Tirk a mêtinger qirker bi mejiyê Lozanê Lozaneke duyemîn ferz dike. DYE jî bi şertê ku xizmetê ji berjewendiyên wê re bike, piştgiriya wê dike. Her wiha hin dewletên li nava Yekîtiya Ewropayê jî piştgiriya vê dike. Bûyerên ku diqewimin dikin ku em bi vî rengî bifikirin. Ev yek nîşan dide ku divê em zanibin metirsiyeke wiha heye.

Di serî de PDK ji ber ku hin hêzên Kurd vê metirsiyê nabînin, fêhm nakin, metirsî mezintir dibe. Ji xwe li Lozanê ji ber ku Kurdan rewş bi têrkerî fêhm nekirin, daxwazên xwe bi rengekî rêxistinî û yekgirtî pêşkêş nekirin, Lozan li wan hate ferzkirin. Çawa ku niha dewleta Tirk PDK'ê dixapîne û bi berjewendiyên biçûk ber bi xwe ve dikişîne, wê demê jî delegasyona Tirk, rayedarên li Enqereyê, Mûstafa Kemal Kurd xapandibûn. Kurdên ku xapan jî piştre yek bi yek darve kir. Metirsiya herî mezin ew e ku di hiqûqa navneteweyî de nebûne xwedî statuya qanûnî ya gel. Ji ber vê yekê em weke gelê Kurd divê di statuya qanûnî ya hiqûqa navneteweyî de israr bikin. Rêbertî bi daxwaza komkirina kongreya neteweyî û avakirina dîplomasiya Kurd a hevpar, xwest ku em vê rewşê fêhm bikin."

Cîhan Eren destnîşan kir ku yekane tişta li hemberî vê rewşa metirsîdar bê kirin, têkoşîn e û wiha dewam kir, "Dewleta Tirk înkar û tunekirina Kurdan dewam dike. Lewma têkoşîna li dijî vê dewletê, yekser têkoşîna ji bo statuya gelê Kurd e. Lewma têkoşîna gerîla ya ku dewm dike, têkoşîna ji bo parastina çar parçeyên Kurdistanê ye. Divê her Kurdek mîna navê xwe baş zanibe ku şerê dewleta Tirk bi navê şerê dijî PKK'ê dimeşîne, di rastiyê de şerê li hemberî Kurdan e. Ji ber ku hêzeke înkar û tunekirinê ye. PKK jî bi rêya têkoşîna xwe hewl dide vê hêzê ji înkar û tunekirinê vegerîne. Lê belê serdestên Tirk bi nexweşiya fobiya Kurdan ketine. Ji ber vê yekê jî tiştên ku PKK jê re dibêje fêhm nakin, naxwazin fêhm bikin. Di vir de têkoşîna gerîla di asta jiyanî de girîng e. Înkar tenê bi têkoşîna gerîla dikare bê şikandin. Dewleta Tirk bi hêza ji Lozanê wergirtî Kurd înkar kir û ji ber ku dixwaze Kurdan tune bike piştgiriyê ji derve werdigire. Ji ber vê yekê, her dewleta ku piştgiriyê dide dewleta Tirk û PKK'ê weke terorîst bi nav dike, bi rengekî neyekser dixwaze ku Lozan dewam bike."

Di dawiya axaftina xwe de Cîhan Eren got, "Kurd divê metirsiya polîtîkayên dewleta Tirk a qirker û mêtinger bibînin. Li dijî vê yekê jî bi rengekî yekîtiyê têbikoşin.

Kurdên ku Lozanê qebûl nakin divê bibin yek, yekîtiyê çêbikin û nîşan bidin ku li dijî Lozanê ne. Di nava gel de yekîtî bi giranî çêbûye. Divê ji aliyê siyasî ve jî ev yekîtî pêk were û yên ku vê bikin jî partî, rewşenbîr û hunermendên Kurd e."