Li Zap û Avaşînê helîkopterên Skorsky bûn hedefa gerîla

Helîkopterên artêşa Tirk ên bi tîpa Skorsky, li herêmên Zap û Avaşînê bûn hedefa gerîlayên HPG/YJA Starê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên li Zap û Avaşînê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Roja 16'ê Mijdarê saet 15:30'î, 2 helîkopterên skorsky ên artêşa TC a dagirker dema li ser herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê digeriyan bûn hedefa hêzên me. Ji ber derbên hêzên me, helîkopter neçar man ji herêmê biçin.

17'ê Mijdarê saet 14:30'î, helîkoptereke bi tîpa skosky a artêşa TC a dagirker dema ku li ser qada Mervanûs a herêma Avaşînê digeriya, bû hedefa hêzên me. Helîkopter neçar ma ji herêmê vegere."

2 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin, li herêma Zapê ji ber bomberdûmana balafirên şer 2 gerîla şehîd bûne û ev agahî li ser mijarê hate dayin: "11'ê Mijdarê, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirin. Ji ber bomberdûmanê hevalên me Andok û Agir şehîd bûn.

EM Ê BÎRANÎNA WAN BI SER BIXÎNIN

Her du hevalên me yên ji navçeya Gimgim a Mûşê tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bûn, ji roja destpêkê heta ya dawiyê li ser bingeha îdeolojiya Rêbertî bi erk û wezîfeyên xwe rabûn û bûn lêgerînerên xurt ên azadiyê. Bi sekna xwe ya bi coş û moral, bi taybetmendiya xwe ku her tim hewl didan xwe bi pêş bixin û bi tevlîbûna xwe ya bi fedakarî, bi rengekî bê sînor xizmet ji têkoşîna şoreşê re dikirin. Bi eşqa xwe ya Rêbertî û Kurdistana azad bi rengekî qewîn têkoşiyan.

Bila serê malbatên hêja yên hevrêyên me Agir û Andok, serê gelê Gimgimê yê welatparêz û tevahiya gelê Kurdistanê sax be. Di şexsê şehîdên me yên leheng de ku pêşengên têkoşîna me ne, em soz didin ku em ê bîranîna şehîdên xwe bi ser bixînin."

NASNAMEYA ŞEHÎDAN

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Agir Varto
Nav paşnav: Diyar Ozturk
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Şekernaz-Nejat
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Mijdara 2018'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

***

Nasnav: Andok Êrîş
Nav paşnav: Nûrûllah Yaşar
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Zuleyha-Abdulcelîl
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Mijdara 2018'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê