Li Sîdêkanê derbeke giran li artêşa Tirk: 23 mirî

Gerîlayên HPG'ê çalakiyên hevdem birin ser qada ku artêşa Tirk li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê dagir kirine.

Navenda  Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand hêzên wan li dijî hêzên Tirk ên dagirker 16'ê Adarê çalakiyên hevdem kirine.

HPG'ê got, '' 16'ê Adarê seat 06.30'an hêzên me li Başûrê Kurdistanê, li girê Kevortê û Elîdirêj ê Lêlikan a Sîdekanê bi hevdemî çalakiyek li dijî artêşa TC'ê ya dagirkir kirine.''

Gerîlla TV jî dîmenên van çalakiyan weşand. Di dîmenan de tê dîtin ku gerîla heta bin mewziyan diçin û çalakiyê dikin.

HPG'ê têkilî çalakiyê bi berfihehî wiha got: 
''Hêzen me ji çar aliyan ve, li Girê Kevortê derbên serkeftî li yekîneyên dijmin xistine. Hêzên me ku bi şerekî fedaî bi ser mewziyên dijmin de çûne, 10 mewziyên li serê gir bi temamî rûxandine û li serê gir, 1 jê fermandarê gir 23 leşker kuştine û 10 leşker jî birîndar bûne.

Hêzên me mewzî û stareyên hêzên dijmin ên li girê Lêlikan û Elîdirêj dane ber guleyan,  gelek mewzî hatine rûxandin, li van deran çend leşkerên dijmin mirine û çend birîndar bûne, nehatiye tespîtkirin.

Piştî çalakiyê artêşa TC'ê ya dagirker hi helîkoptêrên êrîşê û balafirên şer Girê Kevortê, Çemê Lolanê, Çemê Xakurkê, qadên Faxir û Lêlikê bombe kirine û gelek leşkerên xwe yên kuştî û birîndar bi helîkoptêrên Skorskyê rakirine Şemzînanê.

Di vê çalakiya berfireh de 5 hevalên me yên ku li dijî hêzên dijmin heta guleyên xwe yên dawî bi lehengî şer kirine, şehîd bûne. Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd piştre bi raya giştî re wê werin parvekirin.

MEDYAYA TIRK BEREVAJÎ DIKE


Medyaya Şerê Taybet a Tirk ku hemû rastiyan berevajî dike, vê çalakiyê jî berevajî dike; ji aliyekî ve nûçeyên wiha dide ku dema operasyonê şer derketiye û ji hêla dî ve jî dibêje, windahiyên wan kêm in û hewl didin ên hêzên me jî zêde nîşan bidin. Ev çalakî, çalakiyeke wiha ya hêzên me yên gerîla ye ku bi hostatiyeke mezin a taktîkî û bi derbên fedaî, li nav qadên herî ewle ên nav dijmin pêk hatiye. Gelê me li bara nûçeyên hêmanên şerê taybet divê bihistyar be.

LI AGIRÎ ÇALAKIYA SUÎKASTÊ: 1 MIRÎ

Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Serfiraziyê, ya ku li Eyaleta Serhedê didome, 16'ê Adarê saet 21.00'an, li Bazid Agiriyê, li dijî Qereqaola Vedat Ozkaya li dijî leşkeran çalakiyeke suîkastê hatiye kirin. Di encama vê çalakiyê de 1 leşkerê dijmin hatiye kuştin.''