Li Sêrt û Colemêrgê çalakî

Di çalakiyên Colemêrg û Sêrtê pêk hatî de leşkerek hate kuştin 8 leşker jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên dewleta Tirk ragihandî, li herêma Neqeba Şêr a gundê Gêman ê girêdayî navçeya Çelê, di çalakiya ku bi roketê ji hêla gerîlayan ve hatî lidarxistin de herî kêm 6 leşker birîndar bûn. 

Li herêma gundê Dagdaş a girêdayê navçeya Dihê ya Sêrtê jî, dema leşker diboriyan, teqînek pêk  hat û  leşkerek mir, 2 leşker jî birîndar bûn.