Li ser qelaya Kerkûkê agirê Newrozê hate dadan

Li Kerkûkê bi tevlîbûna gelek welatiyên bajêr li ser qelaya Kerkûkê ‘Cejna Newroz’ û merasîma bibîranîna Raperînê hate lidarxsitin. Agirê Newrozê li ser qelaya Kerkûkê hate dadan.

Li Kerkûkê ‘Cejna Newrozê’ ji aliyê hemû partiyên Kurd ve li ser qelaya Kerkûkê hate pîrozkirin. Li aliyê din îro salvegera Raperîna xelkê Kerkûkê (1991) ya li dijî rejîma Baas e.

Tevî ku serokê Eniya Tirkmen Erşad Salihî ku weke endamê MÎT a Tirk tê naskirin duh daxwaz ji waliyê be wekalet ê Kerkûkê kir ku qelaya Kerkûkê ji bo ahenga partiya wî were dayîn, lê welatiyên Kerkûkê li ser qelaya Kerkûkê agirê Newrozê dadan.