Li Rûsyayê sporvanê Kurd ê 14 salî bû şampiyon

Li Rûsyayê ciwanê Kurd ê 14 salî Riza Gasanov ku di gelek qadên sporê de serkeftî bû, li herêma Krasnadorê di pêşbirka boksê de xelata yê pêşî stand.

Riza Gasanovê Kurd di şampioyona herêma Krasnadorê de ya di navbeyna 13-16'ê Çile de di giraniya 56 kîloyî de xelata kesê pêşî girt.

Gasanov 2007'an li Krasnadorê jidayik bûye, hê zaroktî dest bi sporê kiriye û li gel temenê xwe yê zarok jî di gelek qadan de, li herêmê û qada navnetewî bûye xwedî serkeftinan.

Zaroyê Kurd ku boks û gemşa di serî de di gelek qadên sporê de derketey pêş, bû yek ji wan sporvanên ku li herêmê têne nasîn.

Gasanov ê ku li tûrnûvaya gemşa ya Pantratîonê di giraniya 55 kîlo de xelata kesê pêşî girtibû, her wiha 2'yê Cotmeha 2020'an li şampiyoniya Naro-Fomînskê jî di qada gemşa de xelata kesê sêyan girtibû.