Li Reqayê di şerê tevahî rojê de 22 çete hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê yên ku li Reqayê hewl dan bi tunelên kolane pêşiya pêşveçûnên şervanên QSD’ê bigrin, lê çete di tunelên kolan de hatin kuştin.

Li 4 aliyên bajarê Reqayê şer bi dijwarî berdewam dike. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin heta niha 22 çete hatine kuştin, cenaze û cebilxaniyên wan ketin destê şervanan. Her wiha şervanan wesayîteke bombebarkirî jî rûxandin.

LiTaxa Nezlet Şehadê di pêşveçûna şervanan de, komeke ku ji 11 çeteyan pêk dihat, xwestin bi rêya tunelekê hewl bidin êrîşî şervanan bikin. Ev hewldan rastî bersivdayîna şervanan hat û çete di tunelê de hatin kuştin. Her wiha cenaze û cebilxaneyên wan ketin destê şervanan.

Li Taxa Berîd a dikeve bakurê rojavayê bajar jî, li derdora çerxerêya Idîxar şer berdewame. Di encama şer de 8 çete hatine kuştin û wesayîteke bombebarkirî jî hate îmha kirin. Di şer de 3 şervanên QSD’ê birîndar bûn.

Her wiha li derdora Mizgefta Etîq a li Taxa Reqaya Kevin a dikeve eniya Rojhilat jî, di navbera şervanan û çeteyan şer derket û di encamê de 2 jê sekvan 3 çete hatin kuştin.