Li Qerebaxê şer dewam dike

Li Qerebaxê, şerê ku piştî operasyona Azerbaycanê ya bi piştgiriya Tirkiyeyê dest pê kir, dewam dike. Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî wê nava rojê bicive.

Komara Qerebaxê ku Ermenistan piştgiriya wê dike, roja Yekşemê bû hedefa êrişa artêşa Azerbaycanê.

Ji sala 2016'an û vir ve şerê herî giran diqewime. Ji her du aliyan bi dehan kes mirin, li gorî daxuyaniyên fermî jî bi sedan kes hatine kuştin.

Şer di şeva Duşem-Sêşemê de jî dewam kir. Wezareta Parastinê ya Ermenistanê diyar kir, "Hêzên Ermen li eniya şer ber siv da gelek êrişên Azerbaycanê û kir ku dijmin windahiyên mezin bide."

Berdevkê Wezareta Parastinê Arstrûn Hovhanîsyan li ser malpera xwe ya Facebookê daxuyaniyek da û diyar kir ku Azerbaycanê topbaraneke giran li çeperên Ermen kiriye û xwe ji bo êrişeke nû amade dike.

Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê jî diyar kir ku bi şev şerekî dijwar qewimî. Wezaretê ragihand, sibeha Sêşemê hêzên Azerî li hemberî bajarê Fîzûlî dest bi operasyonekê kirine.

Di şer de herî kêm 95 kesan jiyana xwe ji dest dan, ku 11 ji wan sivîl in. Lê tê gotin ku bîlançoya rastî girantir e. Her du alî diyar dikin ku di şer de bi sedan leşker hatine kuştin.

Dewleta Tirk yekser piştgiriyê dide Azerbaycanê. Rayedarên Qerebaxê dibêjin, yên li dijî wan şer dikin balafir, helîkopter û leşkerên bi pere yên Tirk in.

Neteweyên Yekbûyî, Rûsya, Fransa û DYE jî di nav de hêzên navneteweyî bang kirin ku tavilê agirbest bê ragihandin.

Tê payin ku Neteweyên Yekbûyî roja Sêşemê bi rengekî lezgîn bicive û civîn li çapemeniyê girtî be.

Tê gotin, şerekî navbera Erîvan û Bakuyê, bi taybetî şerekî ku Tirkiye û Rûsya tevlî bûye wê Başûrê Kafkasyayê tevlîhev bike.