Li Qamişloyê Yekîtiya Ragihandina Jinan hate ragihandin

Konferansa Ragihandina Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi beşdariya 86 delegeyan konferansa xwe ya sêyemîn li dar xist. Di konferansê de Yekîtiya Ragihandina Jinan (YRJ) hate avakirin.

Konferansa sêyemîn bi dirûşma "Ragihandina jinan dengê neteweya demokratîk e" li Kantona Qamişloyê pêk hat.

Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 86 delege beşdarî konferansê bûn. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên kedkarên çapemeniyê yên şehîd bûn û pankartên bi zimanên Erebî û Kurdî li salona konferansê hatin daliqandin.

Seroka Komîteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di destpêka konferansê de axivî û got, "Medya bi roleke girîng radibe. Rêya rastî nîşanî cîhanê dide. Beriya ku bûyer biqewimin dikarin lêkolîn bikin, analîz bikin. Çapemenî ji rêyên dîplomatîk bêhtir girîng e."

Îlham Ehmed diyar kir ku di herikîna dîrokê de li ser gelên Kurd û Ermen gelek komkujî pêk hatin û bi sed hezaran mirov hatin qetilkirin, lê belê ji ber kronolojiya bûyeran nehatiye belgekirin, heta niha tu îtîraf bi van komkujiyan tune ye. Ji ber vê yekê divê ragihandin bûyeran bi hûrgilî, rêbaz, zimanekî zelal û formulekê bişopîne, da ku bandorê li raya cîhanê bike, nexasim di pêvajoya heyî de ji ber dewleta Tirk gefan li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe.

Têkildarî rola jinan Îlham Ehmed işaret bi kêm û kurtiyên çapemeniya jinan kir, ji ber balê nakişîne ser tevahiya jinên Sûriyê û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Divê mirov pirsa gelo rewşa jinên Sûriyeyê yên li Hemayê, Siwêdaa, Şamê, Sahil (Peravê) û herêmên din ên Sûriyeyê çawa ye? Divê mirov li gorî bûyerên giştî û di bin navê biratiya gelan de vê yekê analîz bike, ji ber ku heke em rewşa jinên Sûriyeyê yên li herêmên din nas nekin, rewşa rizgarkirina ji bindestiya civakê nas neke ew ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde guhartin û veguhartin çênebe. Lewma jin li ku derê dibe bila bibe, divê balê bikişînin ser rewşa jinan."

Îlham Ehmed hêvî kir ku ev konferans bibe cihê nîqaşa pirsgirêkên jinan bi giştî û jinên di qada çapemeniyê de bi taybet, her wiha biryarên xizmeta jinên çapemeniyê bike, da ku hîn zêdetir nûnertiya civakê bike, bidin.

Piştî Îlham Ehmed axaftina xwe bi dawî kir, 5 delege ji bo rêvebirina konferansê hatin hilbijartin. Paşê nirxandinên Rêberê Gelê Kurd ên têkildarî dîroka çapemeniyê, girîngiya dîroka çapemeniyê hatin xwendin.

Piştî xwendinê deriyê nîqaşa kar û xebatê li pêşiya delegeyan hate vekirin.

YEKITIYA RAGIHANDINA JINAN (YRJ) HATE DAMEZIRANDIN

Paşê rêzikname hate nîqaşkirin, biryara erêkirina rêziknameyê hate dayîn, Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) hate damezirandin.

Di dawiyê de endama Desteya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yusif axivî û got: "Konferans bi nîqaşên girîngiya rola jinan bi dawî bû, ji ber vê yekê divê em ji bo pêşxistin, nêrîna jinan û îradeya jinan kar û xebatê bikin û hişmendiya zayendperestî ya mêran ku hemû saziyên çapemeniyê zor û zehmetiya wê dikişînin têk bibin."

Foza Yusif wiha li axaftina xwe zêde kir: "Bi navlêkirina nû ya çapemaniya jinan wê ji aliyê civakî ve gaveke nû û kalîte be û bi vê yekê wê xwestek û rastiya jinan û nêrîna wê ji hemû aliyan ve diyar bibe."

Foza Yusif anî ziman ku rola çapemeniya jinan hem nivîskî, hem jî weşanan ve di têkoşîna de pir girîng e, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengtiya jinan hem di qada siyasî, leşkerî û hem jî di qada civakî de wan gavên girîng avêtine, di heman demê de di pêvajoya salên derbasbûyî de çapemeniyê roleke girîng di komkirina bûyeran de lîst.