Li Parîsê dengê balafira şer mîna teqînê deng veda

Li paytexta Fransa Parîsê, gelek çavkaniyan ragihandin ku dengê teqînê hatiye. Lê belê polîsan diyar kirin ku ev yek ji ber dengê balafira şer bû.

Di medya mecazî de agahî hatin parvekirin ku li Parîsê teqîneke mezin pêk hatiye.

Piştî demeke kurt Midûriyeta Emniyetê ya Parîsê ragihand ku dengê li hin çavkaniyên medyayê hatine weşandin, ji ber leza balafira şer bû.

Midûriyet Emniyetê li ser mijarê ev twîtt weşand: "Li Parîsê û herêmê dengekî dijwar hate bihîst. Deng ne ji ber teqînê bû, ji ber leza zêde ya balafira şer bû. Xetên alîkariya destpêkê meşgûl nekin."