Li nava ciwanan, xerabûna dîsmorfîk a bedenî zêde dibe

Li gorî lêkolînekê, bikaranîna zêde ya tevna dîjîtal li nava ciwanan dibe sedema nexweşiya xerabûna dîsmorfîk a bedenî.

Xerabûna dîsmorfîk a bedenî tê wê wateyê ku şexs, qisûrên di bedena xwe de dibîne ji xwe re dike pirsgirêk. Tekolojî roj bi roj bi rêya telefon û tabletan bêhtir dikevin nava jiyana ciwanan. Her wiha dema ku ciwan li nava tevnên dîjîtal derbas dikin zêde dibe, ku her kêliya vê demê jî rîska wê yekê zêde dike ku ciwan bêhtir xwe bi qisûr bibînin. Ciwanên ku kesên li tevnên dîjîtal weşanê dikin û bi saya vê tevnê 'navdar' dibin, ji xwe re weke mînak dibînin û ji ber vê yekê jî li şûna pêşketina fîkrî, taybetmendiyên fîzîkî bêhtir derdikevin pêş.

JI PÊNC PARAN YEK JÊ QELEW E, LÊ NÎVÊ WAN XWE NEBAŞ DIBÎNE

Li gorî lêkolînekê ku ji aliyê saziya tenduristiyê ya Swîsreyê Sante Suisse ve hate kirin, rêjeya xerabûna dîsmorfîk a bedenî li nava jin û mêr ên ciwan gelekî zêde ye. Li gorî lêkolînê, tevî ku ji sedî 20 ê ciwanan xwedî pirsgirêka kîloyê zêde ye jî, ji sedî 50 ê jinan xwe zêde qelew dibînin. Ji sedî 40 ê mêran jî xwe qelew dibînin.

Di lêkolînê de hate ragihandin ku ciwan têkildarî bedena xwe xwedî vîzyoneke deforme ne û hate destnîşankirin ku xerabûna dîsmorfîk a bedenî li nava ciwanan dikare bibe sedema xerabûna psîkolojiyê. Lêkolînê bi taybetî bal kişand ser anoreksiyê û diyar kir ku sedema bingehîn a vê yekê jî tevnên dîjîtal e.

'YÊN KU DIBIN MÎNAK BANDOREKE NEYÎNÎ LI CIWANAN DIKIN'

Di lêkolînê de işaret bi fîgurên mîna Kîm Kardashîan hate kirin ku li tevnên dîjîtal gelekî naskirî ne û hate ragihandin ku kesên bi vî rengî ji bo bi milyonan mirovî dibin mînak. Di lêkolînê de hate destnîşankirin ku kesên bi vî rengî wê yekê dixe mejiyê mirovan ku gelek organên bedena mirovan bi emeliyatên estetîkê dikarin 'ji qisûrên xwe bên rizgarkirin'.

Her wiha pisporên estetîkê jî bi rêya tevnên dîjîtal promosyonên xwe bêhtir digihînin ciwanan.