Li NATO’yê encamname hate qebûlkirin

Li Londrayê civîna NATO’yê hatibû lidarxistin. Ligel ku di navbera welatan de nakokî hebû, encamname dîsa hate qebûlkirin.

Di salvegera 70’emîn a NATO’yê de civîn hate lidarxistin. Ligel ku nakokî zêde bûn jî, encamnameya ku qala ‘hevgirtin, yekîtî û lihevkirinê’ dike, hate qebûlkirin.

Cara yekemîn di encamnameyeke NATO’yê de Çîn wekî ‘gef’ hate qebûlkirin.

Di encamnameyê de hate diyarkirin ku “Çalakiyên agresîf ên Rûsyayê dibin sedema gefan.”

Di civîna NATO’yê de bi taybetî nakokiyên di navbera Fransa, DYE û Tirkiyeyê derkete pêş. Dewleta Tirk Kurd kiribûn hincet û gef xwaribû ku wê encamnameyê îmze neke lê piştre jê qeriya. Ne dîyar e ku bazariyeke çawa hatiye kirin.