Li Mexmûrê heşt çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin

Îro saet 19:00’an balafirên koalîsyona navnetewî ya li dijî DAÎŞ’ê bombe li komekî ya çeteyên DAÎŞ’ê ku li nêzî gundekî ya dikeve binarê rêzeçiyayê Qereçoxê barand. Di encamê de her 8 çete hatin kuştin.

Berpirsiyarê buroya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Xazî Feysel yê bajaroja Qeracê a girêdayî Mexmûrê li ser hesabê xwe yê facebookê derbarê tevgera îro êvarê ya balafirên şer ên koalîsyona navnetewî agahî par ve kir.

Li gorî agahiyên Feysel îro êvarê balafirên şer ên koalîsyona navnetewî ya dijî DAÎŞ’ê li gorî dema herêmê di saet 19:00’an de li rêzeçiyayê Qereçoxê li nêzîk gundê Elî Reş ku 10 kîlometreyan dûrê wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ye, komekî çeteyên DAÎŞ’ê kirin hedef.

Heman çavkaniyê diyar kiriye ku di encama wê êrîşê de 8 çeteyên DAÎŞ’ê hatine kuştin.

Duh jî saet 24:00’ê şevê heta destê sibeha îro jî hêzên artêşa Iraqê bi desteka hewayî ya hêzên koalîsyona navneteweyî li nêzî gundê Elî Reş ê li binarê rêzeçiyayê Qereçoxê yê  bajarokê Qeracê, li dijî stargehên çeteyên DAÎŞ'ê operasyonekî hevbeş pêk anîbûn. Her wiha zêdebûna tevgera komên çeteyê DAÎŞ’ê di nava gelê herêmê de bûye cihê fikar û tirsê.