Li Mêrdînê wêneyê dagirkeriyê

Piştî ku qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hate tayînkirin, gelek herêmên bajêr hatin dorpêçkirin.

Tevî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed û Wanê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê jî ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirk ve hate desteserkirin.

Polîsên Tirk li avahiya şaredariyê lêgerînê dikin. Her wiha li hewşa avahiya şaredariyê TOMA û wesayitên polîsan hene.

Wekî din li avahiyên xizmetê yên Şaredariya Bajarê Mezin û gelek herêmên bajêr polîs hatine bicihkirin.

TOMA û hêzên polîsan li derdora avahiya HDP'ê ya Mêrdînê hatine bicihkirin.