'Li Mêrdînê gerîlayek şehîd bû'

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya gerîlayekî li gundê Çalê yê Nisêbînê di şer de şehîd bû, eşkere kir.

Di daxuyaniya navendê de ev agahî hatin dayin:

"11'ê Mijdarê saet di 17:00 de artêşa TC a dagirker li gundê Çalê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê dest bi operasyonê kiribû. Hêzên dagirker roja 12'ê Mijdarê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker danîn ser girê Bolukê û di navbera wan û gerîlayên me de şer derket. Artêşa TC a dagirker ku ji bejahî ve nekarî xwe nêzî hêzên me bike, bi helîkopterên bi tîpa Kobra bombe li herêmê barand. Di encama şer û bomberdûmanê de hevalê me Salman ê bi lehengî şer kir şehîd bû û hevrêyê me Azîz (Taner Tatarogûllari) ê giran birîndar bû, dîl kete destê hêzên dijmin.

Nasnameya şehîdê me wiha ye:

Nasnav: Selman Karker
Nav paşnav: Devran Abîd
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Dilşa-Mehmet Nûrî
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Mijdara 2017 / Mêrdîn