Li Kerkûkê Meclîsa Yesna ya Zerdeştî hate vekirin

Zerdeştiyên li Başûrê Kurdistanê ji bo parastina ol û çanda xwe rêxistiniya xwe xurt dikin. Bi vê armancê li Kerkûkê Meclîsa Yesna ya Zerdeştî hate vekirin.

Zerdeştiyên li Başûrê Kurdistanê rêxistinbûna xwe roj bi roj xurtir dikin.

Ji bo pêşvebirina felsefeya Zerdeştî, beriya 5 salan li Başûrê Kurdistanê saziya bi navê Rêkxirawa Yesna hate damezrandin.

Ji hingî ve li bajar û navçeyên cuda yên herêmê şaxên saziyên tên avakirin.

Yek ji wan jî doh êvarê li bajarê Kerkûkê hate avakirin.

Li Navenda Rewşenbîrî ya Kerkûkê, Meclîsa Rêkxirawa Yesna bi merasîmeke olî hate vekirin.

Di merasîmê de hate destnîşankirin ku Meclîsa Yesna ji bo jiyana bi hev re wê kar bike.