Li Kantona Şehbayê ciwan ji bo Ocalan meşiyan

Li Kantona Şehbayê, ji bo heyetek tavilê serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike, ciwan meşiyan.

Yekîtiya Jinên Ciwan û Yekîtiya Ciwanên Ereb a Demokratîk ên Kantona Şehbayê, ji bo heyetek tavilê hevdîtinê bi Ocalan re bike, meşek organîze kirin.

Meşê ji Navenda Meclîsê ya navçeya Ehrezê dest pê kir. Çalakger bi meşaleyan meşiyan û wêneyên Ocalan hildan. Di meşê de dirûşma "Bijî berxwedana Ocalan" hate qîrîn.

Piştî meşê daxuyaniyek hate dayin û hat gotin, "Ocalan ji bo gelê Kurd sembol û berxwedana azadiyê ye. Yekîtiya Jinên Ciwan jiyana bêyî Ocalan qebûl nake. Em ê timî bêjin 'Bê Serok jiyan nabe' û dengê xwe bilind bikin."