Li Hesekê qetlîama Hêlincê hate şermezarkirin

Li Hesekê sûcên dewleta Tirk a dagirker û qetlîama Hêlincê hate protestokirin.

Bi pêşengiya Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongreya Star a bajarê Hesekê êrişa dewleta Tirk a dagirker ên ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkujiyê li gundê Helîncê yê Kobanê bi meşekê hate şermezarkirin.

Bi sedan şêniyên kantonê ji pêşiya avahiya Şaredariya Başûr a taxa Xiwaran ta Stada mezin a taxê meşiyan. Di meşê de pankartên wekî "Şehadeta we îsrara me ya domandina têkoşîna azadiyê zêde dike"," Em helwesta navdewletî ya li hemberî faşîzma Erdogan şermezar dikin" û "Bi hedefgirtina gelê me hûn nikarin îradeya me bişkînin" hatin vekirin û bê navber dirûşmeyên şermezarkirina êrişên Tirkiyê hatin berzkirin.

Li ber stadê deqîqeyeke rêz hate girtin.Piştre endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Seîd axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi van êrişên xwe hewl dide îradeya şoreşa me ku şoreşa jinê ye bişkîne. Bila xeyalan neke ku wê şoreşa me bişkîne. Bi hêz û îradeya jinê em di hemû aliyan de serkeftinên mezin bi dest xistin."

Mihemed Seîd her wiha got: "Bi navê malbatên şehîdan em bibin yek û gelên bindest azad bikin."

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinê û şermezarkirina sûcên dewleta Tirk bi dawî bû.