Li Hesekê cenazeyên 4 şehîdan hatin veşartin

Welatiyên Hesekê cenazeyên 4 şervanên azadiyê ku şehîd bûne, bi merasîmeke heybet li Goristan a Şehîd Dijwar veşartin.

Welatiyên Kantona Hesekê cenazeyên 4 şervanên azadiyê Ebduletîf Hemed (Demhat Hesekê), Mihemed Xelef (Dijwar Hesekê), Mihemed Îbrahîm (Dijwar) û Ebdullah Hemûd (Egîd Hesekê) ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Li goristanê bi dehan welatiyan û şervanên YPG/YPJ′ê û Hêzên Erka Xweparastinê cenaze pêşwazî kirin û merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir.

Piştre Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Nifûsa Zafî Îzet axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku serkeftinên li Rojava bi saya fedekariya şehîdan hatin bidestxistin.

Fermandarê YPG′ê Zekî Kobanê jî anî ziman ku wê rêhevalên şehîdan şopdarên rêya wan bin û tola wan hilînin. Zekî wiha got: “Em ê şopdarên rêya şehîdên ku di berxwedana xwe de felsefeya Rêbertiyê esas girtibûn de, bin.”

Endamê Rêveberiya TEV-DEM′ê Şêxmûs Ehmed jî diyar kir ku bi saya fedekariya têkoşerên azadiyê, wê bajarê Reqayê di demeke nêz de were rizgarkirin.

Kalikê şehîd Dijwar Hesekê, Seyfedîn Nîzam jî destnîşan kir ku ew bi şehadeta neviyê xwe serbilind e ji ber ku di şerê li dijî çeteyên DAIŞ′ê de şehîd bûye.

Di dawiya merasîmê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

 Cenazeyên şehîdan bi dirûşim û tîlîliyên dayikan ve hatin veşartin.