Li Gutayê bi hezaran sivîl û 'çekdar' hatin veguhestin

Ji ber operasyona hêzên rejîma Sûriye a li Rojhilatê Guta dewam dike, veguhestina bi sedan çekdarên ku piraniya xwe ji komên radîkal ên Îslamî pêk tê û bi hezaran sivîl berdewam dike.

Li gorî TV dewleta Sûriye ragihand, veguhestina ku di çarçoveya li hevkirina di navbera rejîm, Rûsya û çeteyên Ahrar El Şam ya li Rojhilatê Gutayê pêk hat de, îro di saetên nivro de destpê kir.

Ji sê parçeyên di bin çembera Rejîmê de, ji parçeya herî biçûk ji Harastayê herî kêm 237 çekdarên endamên çeta û hezar 300 kesên ji malbatên wan pêk tên, hatin veguhestin. Hat zanîn ku ev kesane li ser xeta sînor a di navbera rejîm û komên din de bi otobusan hatine veguhestin, ji vir jî şandine Îdlîbê.

Li gorî hinek çavkaniyên leşkerî, heta dawiya rojê ji sêyan yekê wan ku ji komên çekdar pêk tê, bi qasî 2 hezar kes wê bên veguhestin.

Li gorî ajansa nûçeyan SANA a fermî ya Sûriye yê jî, di rojên pêşiya me de bi giştî hezar 500 çete û 6 hezar kes ji malbatan wan pêk tînin wê herêmê bi terikîne.

Ji dervey karê veguhestinê, ji ber sedema operasyonên ji meha Sibatê û vir ve ji 80 hezaran zêdetir sivîl Rojhilatê Gutayê terikandine. Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê(SOHR) diyar kir ku tenê îro ji bajarê Duma û derdorî wê 4 hezar sivîl reviyane.

Di operasyonên rejîmê dayî destpêkirin de tê ragihandin ku ji pêncan çarê Rojhilatê Gutayê hatiye bi destxistin.