Li gundên Dêrikê lehî rabû: Av li gelek xaniyan qewimî
Li gundên herêma Koçerat a Dêrikê, ji ber baranê lehî rabû û av li gelek xaniyan qewimî.
Li gundên herêma Koçerat a Dêrikê, ji ber baranê lehî rabû û av li gelek xaniyan qewimî.
Li gundên herêma Koçerat a Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê, doh êvarê lehî rabû.
Di serî de gundên Siwêdiyê û Girkê Heyûlê li gelek gundan doh baraneke zêde da.
Ji ber ku av li gelek xaniyan qewimî, beşek ji sewalên gundiyan telef bûn.
Tîmên Rewşa Lezgîn a Şaredariya Gel a Dêrikê û Hêzên Asayîşê, ji bo nehêlin tiştek bi kesî were li herêmê tedbîr girtin.