Li Girava Îmraliyê şewat derket

Li Girava Îmraliyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê girtî ye, şewat derket.

Li Girava Îmraliyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê girtî ye, li daristanê şewat derkert. Li gorî agahiyan, li Girava Îmraliyê ku bi 10.8 mîl ê deryayê dûrî Bozbûrûn yê li rojavayê Nîvgirava Armûtlû ya Derya Marmarayê û bi 6.5 mîl ên deryayê dûrî Çemê Sûsûrlûk ê li qiraxa navçeya Karacabeyê ye, serê sibehê li daristanê şewat derket.

Li Giravê darên çamê û zeytûnan heye. Şewata ku li daristanê derket bi bandora bayê lodosê mezin bû.

Hate îdîakirin ku tîmên Serokatiya Daîreya Arkujiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Bûrsayê û Midûriyeta Herêma Daristanê ji bo vemirandina şewatê ketine nava liv û tevgerê.

Hate gotin ku tîmên Şaredariya Bajarê Mezin û yên arkujiyê hewl didin ji navçeya Mûdanyayê biçin Îmraliyê, lê hate îdîakirin ku ji ber bahoza li deryayê seferên keştiyê nikarin bên kirin.

Her wiha hate îdîakirin ku ji navçeya Golçuk a Kocaeliyê jî keştiyeke leşkerî hewl dide arazozekê werbigire, ji Stenbolê jî helîkoptera ji bo vemirandina şewatê hatiye xwestin.