Li Geliyê Elî Dirêj derba giran li artêşa Tirk hate xistin

Gerîlayên HPG û YJA-STAR'ê li herêma Bradostê li hêzên artêşa Tirk a dagirker dan. Li Geliyê Elî Dirêj di çalakiya gerîla de 10 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî encama çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker ev agahî parve kirin:

"11'ê Tîrmehê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de, gerîla li herêma Bradostê derbên giran li  hêzên dagirker dan.

Li dijî leşkerên ku Geliyê Elî Dirêj dagir kirine, gerîla ji 2 baskan ve bi ser çeper û navendên artêşa dagirker de girtin. Di encamê de gelek çeper hatin rûxandin. Di çalakiyê de 10 leşker hatin kuştin, yek jî birîndar bû.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir.

10'ê Tîrmehê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Delal Amed û Şehîdên Bestayê de, li dijî leşkerên Tabûra Zivingê ya li Şirnexê çalakiyên sekvaniyên pêk hatin. Di encamê de leşkerek hate kuştin, yek jî birîndar bû."