Li Ezazê du teqîn

Li bajarê Ezazê ya ku di bin dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê de ye îro di danê nîvro de tu teqîn pêk hatin. Di teqînê de gelek sivîl birîndar bûn.

Li bajarê Ezazê ya ku li Bakurê Sûriyeyê û di bin dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê de ye, îro di danên nîvro de du teqîn pêk hat.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin, bombeyek li ser rêya Seco di otobusekê de hatiye bicihkirin. Di vê teqînê de 6 sivîl birîndar bûne û xisareke madî çêbûye.

Piştî ku otubus ji cihê bûyerê hate kişandin, teqîneke din pêk hat.

Li van herêman ên ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne, her roj di nav çeteyan de teqîn pêk tê û şer çêdibe.