Li Ewropayê şehîd hatin bibîranîn

Li bajarên Esslîngen, Dûîsbûrg, Berlînê, li bajarê Annhem ê Hollandayê û li bajarê Bordeaûx ê Fransayê şehîd hatin bibîranîn.

ESSLÎNGEN

Li bajarê Esslîngen ê Elmanyayê 6 şervanên QSD’ê hatin bibîranîn ên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn.

Şervanên QSD’ê yên bi navê Şemdîn (Delîl Hermêsê), Omer Şendî Agîrî (Mihemed), Hakki Ahmed (Hesen Qamîşlo), Mihemed Xelef (Levent Qamişlo), Ehmed Şîndî (Kendal-Mehmûd), Şehit Rojhilat Uzkas (Rohilat Çarçel) li Navenda Civakî ya Kurdan hatin bibîranîn.

Di bibîranînê de li ser navê KOMAW’ê Lokman Arslan axivî û diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd bi sed salan didome û di 40 salên dawîn de gelek şehîd dane.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê jî di şexsê şehîdên Dêrsimê de Çekdar Dêrik hate bibîranîn ê ku li Til Temirê şehîd bûbû. Nêzî 700 kes tevlî çalakiya bibîranînê bûn. Di bibîranînê de hate diyarkirin ku ew li hemberî bibîranîna Seyîd Riza û hevalên wî kemberbest dibin.

Di bibîranînê de li ser navê malbata Çekdar Dêrik, berdevka PYD Ewropayê Zozan Rojava, parlementerê berê yê HDP’ê Lezgîn Botan axivîn. Zozan Rojava diyar kir ku ew ê li ser xeta şehîdan bimeşin.

BERLÎN

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê di şexsê Heme Reş (Muhammed Ferhan Saleh), Can Qamişlo (Abdulhemid Abdulselam), Şivan (Yusuf Nebî) û Serxwebûn Alî de şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin bibîranîn.

Di bibîranînê de endama TJK-E’yê Zozan Serhat axivî. Serhat got ku “Di van rojan de em bi hezaran şehîdan didin û salvegera şehadeta Seyîd Riza ye jî.”

Di bibîranînê dêya Heme Reş bi qeydeke deng tevlî bibîranînê bû û got, “Heme Reş ligel ku 5 zarokên wî hebû, ew fermandarê 700 şervanan bû û kabûsa dijmin û çeteyan bû.”

Di bibîranînê de sînevîzyon jî hate nîşandan.

ARNHEM

Li bajarê Arnhêm a Hollandayê di kesayeta Sefqan Dêrîk, Egîd Dêrîk û Rojînda Qendîl de hemû şehîdên berxwedana rûmetê hatin bibîranîn.

Merasîma bîranînê ya ku KOMAW’ê organîze kiribû bi srûda Ey Reqîb dest pê kir. Di merasîmê de ji KOMAW’ê Muhemed Zengîn û nûnerê KNK’ê Tahir Kemalîzade axivîn. Piştî nîşandana sînevîzyonê merasîmê dom kir û hunermend Rûbar Şîna helbestek ji bo şehîdan xwend.

Di dewama merasîmê de hevserokê KOMAW’ê Cenab Yeter axivî û piştî wî helbestwan Azad Başûr jî helbest xwend.

Piştî axavtina siyasetmedarê Kurd Ehmed Şêxo jî peyama PYD’ê hat xwendin.

Malbatên Şehîd Sefqan Dêrîk, Rojînda Qendîl û Yûsif û Husên Nebî jî di merasîmê de axivîn, paşê hevserokê DEM-NED’ê Şemse Gûllû jî axavtinek pêşkêş kir.

Her wiha merasîm bi dayîna mewlûdê û berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.

BORDEAUX

Li bajarê Bordeaux a Fransayê jî şehîdên meha Mijdarê hatin bibîranîn.

Malbatên şehîdan li bajarê Bordeauxê û yên li hawîrdora wê de dijîn, ji bo Rewan Çinar, Têkoşer Awaz, Bêrîvan Mîra, Zinar Kanîreş, Roger Demhat, Havîn Rojava û Hakan Buksur sînevîzyonek hate nîşan dan.

Di merasîma ku nêzî 400 kes tevlî bibûn de siyasetmedarê Kurd Nedîm Sevîm jî axaftinek pêşkêş kir. Merasîm bi dayîna mewlîdê bi dawî bû.