Di salvegera Qetlîama Şengalê de Kurd li qadan bûn

Li Fransa, Elmanya û Swîsreyê Kurdistanî û dostên xwe yên daketin qadan Qetlîama Şengalê protesto kirin.

Protestokirinên qetlîama li Şengalê li Ewropayê bi çalakiyên cihê tên protestokirin.

BERLÎN

Li pêşiya Parlementoya Elmanya li paytext Berlînê bi meşeke bi tevlîbûna nûnerên Meclîsa Sêwan a Jinên Êzidî, Meclîsa Jinan a Destan, Federasyona Êzidî NAV-YEK û Navenda Kurdistana Azad ve hate organîzekirin ve qetlîama li Şengalê hate protestokirin. Di mîtîngê de Nûjiyan Guney axivî û got: “Xwestin di serî de ol û civaka Êzidî tememî tine bikin.

Nûnerê CÎK’ê yê Berlîn Mele Davûz Ovsem jî bang kir ku ji çi ol û baweriyê dibe bila bibin ji bo bi hev re jiyanê têkoşîna hevpar bikin.

Berdevka NAV-YEK’ê Yilmaz Gunay jî banga hestyarî û yekîtiyê kir.

Li ser navê Meclîsa Sêwan a Jinên Êzidî Nûrê Alkiş jî got: “Yên ku siberoja me danîn, 9 gerîlayên ji bo Êzidiyan têkoşîn kirin bûn. Bi saya wan ciwanên Êzidî xwe rêxistin kirin. Em qet dev ji têkoşînê bernadin.

KOLN

Bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Viyan a Koln û Meclîsa Jinan a Nûrcan li bajarê Koln ê Elmanyayê li pêşiya HBF’ê bi mîtîngejê komkujiya Şengal hate protestokirin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa ‘Azadiya ji bo jinên şengalê tê wateya azadiya ji bo mirovahiyê’ û ‘Bila qirkirina Şengalê jenosîd bê qebûlkirin û statûya wê bê nasîn’ hate vekirin.

Di çalakiyê de belavoka li ser navê Tevgera Jinên Êzidî hate xwendin û li ser navê Dîe Lînke jî Mûrat Yilmaz axivî.

MARSÎLYA

Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan li Qada Vîeûx-Port a bajarê Marsîlya ya Fransayê çalakiyek hate kirin û qetlîam hate şermezarkirin. Di çalakiyê de alên PKK, TJK-E û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin.

ÛPPSALA

Li bajarê Ûppsala ya Swêdê li Qada Storatorget Kurdistaniyên kom bûn, di salvegera 6’an a Qetlîama Şengalê de çalakiyek kirin û qetlîam şermezar kirin. Di çalakiyê de dosyaya li ser navê Navenda Civaka Kurd a Swêd û Meclîsa Jinan a Amara ve li ser qetlîamê hatibû amadekirin hate xwendin. Di çalakiyê de daxwaz ji hikûmeta Swêd û Yekîtiya Ewropayê kirin ku qetlîama li ser Êzidiyan hate kirin şermezar bikin.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîmê jî ji aliyê FEDA Mannheîm, Navenda Civaka Kurd û Meclîsa Jinan a Ronahî-Bêrîvan ve li Wassertûrmê bi çalakiyekê salvegera Qetlîama Şengalê hate şermezarkirin. Di axaftinên hatin kirin be daxwaza naskirina statûya Şengalê hate kirin.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbrucken a Elmanyayê bi çalakiyekê Qetlîama li Şengalê hate protestokirin. Di çalakiyê de Hevserokê Meclîsa Saarland Hogor Agirman, Hevseroka Sêwana Jinên Êzidî Zero Agirman, Hevserokê Meclîsa Şengalê Fikret axivîn. 

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrt ê Elamanyayê Meclîsa Jinan a Sêvê û Amara bi çalakiyekê qetlîam şermezar kirin û koma Women Defend Rojava, rêxistinên jinan a Coûrage û ADKH’ê jî destek da çalakiyê. Çalakî li Haûptwache Lîebfraûenbrûnnenê hate kirin. Di çalakiyê de peyamên JXK, Meclîsa Jinan a Amara, Ceûrage ADKH’ê hatin xwendin.

HEÎLBORNE

Tevgera Jinên Ciwan û Navenda Civaka Kurd li Heîlbûrn a Elmanyayê di salvegerea 6’an de qirkirina li Şengalê protesto kirin.

NÛRBERG

Li ser banga Mala Gel a Medya li Kornmarka Nûrnberg a Elmanyayê Kurdistanî û Elmanên hatin ba hev qirkirina çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser civaka Êzidî şermezar kirin. Di axaftinên hatin kirin de bal kişandin ser berxwedana PKK, YPG û YPJ’ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ya parastina Êzidiyan. Her wiha daxwaz kirin ku statûya Êzidiyan bê nasîn û hiqûqa navneteweyî bikeve dewreyê.

DORTMUND

Almanya’nın Dortmund kentinde de Rozerin Kadın Meclisi’nin çağrısı ile bir protesto eylemi düzenlendi. Dortmund HBF önünde yapılan eylemde çok sayıda Kürdistanlının katıldığı eylemde bildiri okundu.

WESEL

Li ser Bana Mala Êzidiyan a Weselê li Wesel Am Berlîner a Wesel a Elmanyayê qirkirina li Şengalê hate şermezarkirin. Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîneke dîrokî tê kirin.

DUSSELDORF

Li Schadowplatz a Dûsseldorf a Elmanyayê jî bi çalakiyekê Qetlîama Şengalê hate protestokirin. Di çalakiyê de dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin qîrkirin.

STÛTTGART

Ji aliyê Însyatîfa Şehîd Meryem ve li Schlossplatz a Stûttgart a Elmanyayê bi çalakiyekê şehîdên qetlîama Şengalê hatin bibîranîn, piştre jî belavoka bi Elmanî hatibû amadekirin hate xwendin.

KOPENHAG

Meclîsa Jinan a Sêvê û NCKD li paytexta Danîmarka Kopenhagê bi daxuyaniyeke çapemeniyê qetlîama Şengalê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de rojnamevan û nivîskar Tore Rorbaek axivî û bal kişand ser hovîtî û êşên Êzidiyan kişandî.

Jina ciwan a Êzidî Lana Elî jî wiha got: “Heta duh min ne dizanî ez kî me. Ez îro dizanim ez kî me. Ez jinek Kurd a Êzidî Lana Elî me. Malbat, jinên me êşên kişandî ji bîr nakin.

LÎMASSOL

Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Teofîlos û Însyatîfa Jinê li bajarê Lîmassol a Qirbrisê jî li parka Moloz standek hate vekirin û li vê standê belavok hate xwendin û qetlîama Şengal hate protestokirin.