Li Ewropa û Japonyayê çalakiyên Newrozê

Kurdistanî li gelek welatên Ewropayê û Japonyayê daketin qadan û Newroz pîroz kirin.

Li bajarên Berlîn, Aûrîch, Munchenê yên Elmanyayê û li paytexta Japonya Tokyoyê Newroz bi rengekî girseyî hate pîrozkirin.

BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê bi beşdariya 2000 kesî Newroz hate pîrozkirin. Çalakî diyarî Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê hemûyan hate kirin. Parlamenterê berê yê HDP'ê Hasîp Kaplan, parlamenterê Die Linke Hakan Taş û Serokê Civata Kurd a Brandenburgê Huseyîn Taşan axivîn. Pinar Aydinlar, Koma Silbûs û Tarî, Gonvenda Koma Faraşîn, Koma Zarokên Rojê, Îbrahîm Kurdî, Salih Hajî, Dilo Dogan û koma Mozaîk derketin ser dikê.

AÛRÎCH: Newroz li bajarê Aûrîch ê Elmanyayê hate pîrozkirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevserokê Meclîsa Gel Faysal Botan axivî. Botan bal kişand ser girîngiya Newrozê ji bo Kurdan û berxwedêrên greva birçîbûnê silav kir. Di pîrozbahiyê de Hozan Xemgîn, Bîrhat, Bengî Agirî û Koma Rojava bi dorê derketin ser dikê.

MUNCHEN: Bajarekî din ê Elmanyayê ku Newroz lê hate pîrozkirin, Munchen bû.

TOKYO: Li paytexta Japonya Tokyoyê jî Newroz hate pîrozkirin. Pîrozbahî ji aliyê Komeleya Çanda Kurd a Japonyayê ve hate organîzekirin û li Parka Saitama Akigaseyê pêk hat. Ji bajarên Chiba, Kawaguchi, Warabi yên Japonyayê gelek Kurd û Japon tevlî pîrozbahiyê bûn. Di çalakiyê de bi zimanên Kurdî û Japonî peyam hatin dayin. Siyasetmedarê Kurd Salih Muslim jî bi peyameke bi dîmen ji pîrozbahiyê re şand.