Li Erîşê gel li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiya

Di meşa li dijî dagirkeriyê ya li navçeya Erîşa ya Hesekê de, hate teqezkirin ku bi yekitiyê wê serkeftin bê bidestxistin.

Li Erîşa ya Hesekê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên dagirkeriyê meşek hate lidarxistin.

Gelê ku li ber Meclîsa navçeyê hatin gel hev, bi pankartên Erebî û Kurdî yên bi nivîsa, “Na ji dagirkeriya dewleta Tirk re”, bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û alên QSD’ê dest bi meşê kirin.

Meş li ber qada Şaredariyê veguherî mitîngê. Di mitîngê de endamê Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Rafet El-Dirîş axivî û got: “Bi yekîtî û hevgirtina li dijî êrîşên dagirkeriyê wê serkeftin pêk bê.” Bi navê Meclîsa Sivîl a Erîşeyê Nuhad El-Elî axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya siyasetên xwe yên qirêj hewl dide ku demografiya herêmê biguhere û gelê herêmê bide koçberkirin.

Endama Rêveberiya Kongreya Star a Erîşê Reca Salih axivî û got: “Hetanî serkeftinê em ê li dijî dagirkeriyê di nava berxwedanê de bin.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.