Bagera Cizîrê: Li Eniya Hecînê şerekî dijwar diqewime

Li Dêra Zorê piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî nuqteyên şervanên QSD’ê kir li heremê di van kêliyan de şerekî dijwar diqewime.

‘Şerê Tunekirina Terorê’ ya Pêngava Bagera Cizîrê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku li rojhilatê Sûriyeyê li dijî herêma dawî ya di destê çeteyên DAÎŞ’ê de dabû desptêkirin di roja 44’an de didome û li herêmê şerekî dijwar diqewime.

Li Eniya Hecînê di saetên şevê de çeteyên DAÎŞ’ê bi wesayîtên bombebarkirî û çekên giran êrîşî nuqteyên şervanên QSD’ê kirin.

Ji saet 18:00’an ve çeteyan êrîşî gelek nuqteyên bakurê eniya Hecîn kirin û şervanên QSD’ê li hinek nuqteyan êrîşa çeteyan têk birin û li nuqteyên din şerekî dijwar diqewime. Hate ragihandin ku di şerê li herêmê de gelek çete hatin kuştin.

Şervanên QSD’ê ev 3 roj in li bajarokê Sûsê li dijî çeteyan operasyon daye destpêkirin, piştî operasyonê çeteyên DAÎŞ’ê li gelek nuqteyan êrîş pêk anîbûn. Çeteyên DAÎŞ’ê xwestin ji bahoza tozê sûd bigirin û êrîşî şervanan dikin. Di navbera şervanên QSD’ê û çeteyan de şerekî dijwar diqewime.