Li Elmanyayê wesayitekê da nav peyayan, du mirî

Li Elmanyayê wesayitekê da nav peyayan, du kes mirin. Hê diyar nebûye bê ka qeza ye yan êrîş e.

Li Trîerê wesayitekê di nav peyayan, bûyer li cihekî ku ji bo peyayan hatibû veqetandin pêk hat.

Li gorî agahiyên destpêkê bi kêmanî 2 kes mirin, 15 kes jî birîndar bûn.

Polîsan ragihand ajokor hatiye destgîkirin, hê diyar nebûye bê ka rûdan ji ber  qezayê ye yan bi qest e.

Polîsan û şaredariyê bang kirin ku gel ji cihê rûdanê dûr bikeve, polîsan tevdîr jidandin. Derheqê nasnameya kesê ku hatî destgîrkirin ti agahî nehate parvekirin.

2016'an li Berlînê çeteyên DAÎŞ'ê bi qemyonekê dabû nav peyayan û 12 kes hatibûn kuştin, ji wê demê û vir ve li Elmanyayê rewşa alarmê heye.