Li Elmanyayê polîsan bi ser çeteya AKP’ê de girt

Îro li Elmanyayê polîsên Elman li sê eyaletan bi ser çeteya rejîma Erdoğan, ‘Osmanen Germanîa’ (Osmaniyên li Elmanyayê) de girtin. Polîsan bi ser 41 mal û kargehên endamên rêxistina çete ya Erdoğan de girtin.

Ev demek e ku li Elmanyayê têkiliyên çeteya Osmanen Germanîa û AKP’ê di rojevê bûn. Ev rêxistina çete ya ku bi navê kuluba boksê 2014’an hatî avakirin, bi qeçaxiya çekan, bazirganiya mirovan, tiryakê û bi êrîşên li ser Kurdan bal kişandibû ser xwe. Vê sibehê polîsên Elman bi ser vê çeteya Erdoğan de girt.

Li eyaletên Ren Vestfalya ya Bakur, Baden-Wuttemberg û Hessenê polîsên Elman bi ser 41 mal û kargehên endamên çete de girt. Polîsan bi hevdemî bi ser cihên çeteyan de girtin û bi îhtîmala dibe ku bi çekdar bin, operasyon bi yekîneyên taybet pêk hat.

Dozgeriya Essenê derbarê operasyonê axivî û got, ew ji bo ku derbarê komeleyê û kirinên wan agahiyê werbigirin, operasyonê dikin. Li gorî daneyên Wezareta Navxwe ya Elman, halê hazir, 22 şûbeyên xwecih ên vê çeteya Erdoğan hene û her wiha ji 300’î zêdetir endamên wê hene.

Balkêş e ku di demeke wiha de ku êrîşên li ser Efrînê zêde bûne û li Elmanyayê xwepêşandanên li dijî dewleta Tirk zêde bûne ev operasyon hatiye kirin. Bi taybetî jî wezareta navxwe ya eyaleta NRW’ê dibêje, çeteya navborî wekî destekî desthilatdariya AKP’ê dixebite. Beriya niha jî li Elmanyayê li dijî vê rêxistina çete operasyon hatibû kirin û gelek endam û rêveberên wê hatibûn binçavkirin.

AKP ÇETEYAN LI DIJÎ KURDAN DIDE BIKARANÎN

Kanûna bihûrî di rojnameya Stutgarter Nachricten û televizyona ZDF’ê bi bernameya Frontal 21 bi belgeyan têkiliya vê çeteyê ya bi AKP’ê re dabûn.

Di tomarên deng de diyar bûbû ku wekîlê AKP’yê yê nêzî Erdoğan Metîn Külünk ji bo ku çeteya ‘Osmanen Germania’ çekan bistîne, gelek caran pere şandibû ji serekê rêxistina çete re. Tespît bûbû ku ev çete bi van pereyan ji bo ku li dijî Kurdan bixebitînin demance û çekên otomatik standine û lîderê çeteyan Mehmet Bağcı û Selçuk Şahîn ji ber van têkiliyan hatibûn binçavkirin.