Li Efrînê çeteyekî Sûltan Mûrad hate kuştin

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand ku hêzên wan li gundê Goliya yê Efrînê çeteyekî Sûltan Mûrad kuştin e.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê têkildarî çalakiya hêzên wan ya li dijî çeteyên Koma Sûltan Mûrad a li gundê Goliya ya Efrînê daxuayniyeke nivîskî weşand.

Xezeba Zeytûnê ragihand ku 13’ê Tebaxê li gundê Goliya yê Erînê li dijî çeteyên Sûltan Mûrat çalakiyek kirine.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ev agahî parve kir;

“Hêzên me yên Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê roja 13’ê Tebaxê li gundê Goliya yê Efrînê li dijî çeteyekî Sûltan Mûrad çalakiyek bi bandor lidarxistin û çeteyek kuştin. Çeteyên mijara gotinê ji destpêka dagirkirina Efrînê ve mal û milkên welatiyên sivîl talan kirin û di derheqê gelê me yê Efrînê de her cûreyên êşkence pêk danî. Beriya niha me hemû çeteyên ku Efrîna pîroz dagir kirine hişyar kirine. Bila nas bikin ku hişyariyên me ne tenê gotin in. Efrîn axa zeytûnê sebir bike holhildan nêzî bûye."