Li Efrînê 3 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku şervanên wan li navçeya Raco û Bilbilê yên Efrînê 2 çalakiyên bi bandor li dar xistine. YPG’ê ragihand di çalakiyan de 3 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî çalakiyên şervanên wan ên li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand. YPG’ê diyar kir ku roja 2 Cotmehê li navçeya Raco û Bilbilê şervanên wan 2 çalakî li dar xistine û 3 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.

YPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;

“Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya li Efrînê, hêzên me dî dîroka 2’ê Cotmehê de li gundên navçeyên Raco û Bilbilê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker 2 çalakiyên cûda pêk anîn. Di derheqê çalakiyên ku hatin lidarxistin de agahiyên berfireh wiha ye;

Roja 2’ê Cotmehê yekîneyek me li dijî wesayîteke leşkerî ku çeteyên Firqet El-Hemzat-Firqa duyemîn a li gundê Hec Xelîl a navçeya Raco vediguhest çalakiya sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiyê de wesayît hate rûxandin, 2 çete hatin kuştin û 3 çete jî giran birîndar bûn.

Heman rojê yekîneyek me li ser riêa diçe gundê Şêxurzê ya navçeya Bilbilê kemîn ji çeteyekî Sultan Murad-Firqa yekem re danîn. Di encama çalakiyê de çeteyek hate kuştin.”